Şervanên El Sûwar çalakiyek li dar xistin: Gelek çete hatin kuştin

Di çalakiya şervanên El –Sûwar a li herêma Şehbayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin de gelek çete hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Duh şev di saet 22:00’an de hêzên me li dijî nûqteya çeteyên DAIŞ’ê ya di navbera gundên El-Wehşiye, Hesaacik ê û gundê Ûm El-Hoşê de çalakiyek li dar xistin. Li vê herêmê di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimî û heta serê sibehê dewam kir.

Di şer de gelek çete hatin kuştin lê têkildarî jimara kuştiyan agahiyên zelal nehatin bi destxistin. Nûqteya çeteyên DAIŞ’ê ya ku di nava 2 gundan de hatibû bi cih kirin bi temamî hate paqijkirin. Ji beriya niha çeteyan ji van nûqteyan êrîşî çeperên hêzên me dikirin.

Di heman demê de jî 2 çeka BKC, 2 çeka RPG, 1 çeka Bron jî hate desteserkirin.

Di şerê ku der ketî de 2 şervanên me bi rûhê fedayî şer kirin û gihişte şehadetê. Wê di demekî kurt de nasnameyên hevriyên me bên eşkerekirin.

Şerê ku di navbera hêzên me û çeteyan de derketî hê jî dewam dike.”