BI DÎMEN

Salah: Dewleta Tirk dixwaze şer û krîz dewam bike

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Salah got, eger Mûsil û Kerkûk ewle be, wê Kurdistan ewle be. Salah bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li operasyona Mûsilê û diyar kir, dewleta Tirk dixwaze Sykes-Pîcotek nû bafirîne.

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Felah Salah, planên dewleta Tirk ên li herêmê nirxand.

Salah da xuyakirin, dewleta Tirk dixwaze piştî şer berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêze, Sykes-Pîcotek nû bafirîne, lê belê eger tevlî operasyona mûsilê bibe wê zerareke mezin bibîne.

Salah bibîr xist, Mûsil û Kerkûk cihên ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, bawermendên Êzidî, Şîa, Sûnî lê dijîn e û destnîşan kir, ku dûrxistina şer ji van herêman ji bo pêşîgirtina li şerekî mezintir, gelekî girîng e.

Li gorî Salah dibe ku PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe û ragihand, Mûsil ji bo Kurdan gelekî girîng e. Salah got,"Hêzên parastina Kurd ne tenê Kurdan, hemû gelên li vir diparêzin" û ev tespît kir: "Eger Mûsil, Kerkûk û Diyala ewle bin, herêma Kurdistanê wê ewle be."

'PIŞTÎ KU KURDAN LI BER XWE DAN, DESTEK HATE DAYÎN'

Salah destnîşan kir, ku piştî Kurdan li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi xurtî li ber xwe dan, di asta navneteweyî de destek hate dayîn û anî ziman, desteka li operasyona Mûsilê tê kirin jî pêwendiya xwe bi vê ve heye.

Salah li ser daxwaza dewleta Tirk a ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe, ev nirxandin kir: "Rizgarkirina Mûsilê wê siyaseta dewleta Tirk jî pûç bike. Ji ber ku ji dewleta Tirk heye ku heta li Sûriye û Iraqê şer hebe, wê karibe ji van cihan bixwe. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi israr dixwaze tevlî şerê Mûsilê bibe. Naxwaze şer û krîz li van herêman biqedin. Dewleta Tirk baş pê dizane, eger DAIŞ têk biçe wê nikaribe bandorê li herêmê bike."

Salah da zanîn, PDK destekê dide vê israra dewleta Tirk û got, "Di rewşa heyî de Iraq di serdemeke gelekî zehmet de ye. Ji xwe dewleta Tirk hem Iraqê, hem Başûrê Kurdistanê hem jî Sûriyeyê (Rojava) bi zorê dagir kiriye. Ev yek jî bû sedem ku nerazîbûneke mezin li dijî dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan der bibe. Li gorî min, dewleta Tirk di rewşa heyî de bi tenê gefên pûç dixwe. Ji ber ku wê destûr neyê dayîn tevlî operasyona Mûsilê bibe. Erdogan dixwaze Sykes-Pîcotek nû bafirîne. Xwedî zîhniyeta berê ya Osmanî ye û xwe weke sûltan dibîne. Lewma bala xwe bidinê; bi pêşengiya Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê, li dijî Şîan komên Sûnî tên perwerdekirin. Lê bi dîtina min, eger dewleta Tirk bikeve nava vî şerî wê herî zêde zerarê li xwe bike."

'DIVÊ KURD HÊZEKE HEVPAR A NETEWEYÎ AVA BIKIN'

Salah bibîr xist, ku Mûsil li ser xeta navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ye, lewma gelekî girîng e û ji bo parastina vê xetê jî pêwîstî bi hêzeke neteweyî heye. Salah got, "Herêmên weke Şengal û Zûmmar di bin kontrola Kurdan de ne û di ser van herêman re Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve tên girêdan. Li gorî min, divê Kurd bi hêzeke neteweyî, pêşmerge û gerîla bi hev re sînor kontrol bikin û li dijî her şêwe êrîşan biparêzin."

Salah da xuyakirin, ku di navbera pêşmerge û gerîlayan de ti pirsgirêk nîne, pirsgirêk bi giranî di navbera hêzên siyasî de ye û anî ziman, sedema vê yekê jî têkiliya aboriyê ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re ye.

'NE STRATEJÎK E, KOLETÎ YE'

Çavdêrê Siyasî Felah Salah destnîşan kir, ku têkiliyên navbera hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Tirk, ne têkiliyên stratejîk in û got, "Ev yek bi rengekî vekirî, koletiya ji bo Tirkiyeyê ye. Siyaseta Başûrê Kurdistanê nikare derve derveyî sînorên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine danîn. Li se siberoja xwe, nikare bi xwe biryarê bide. Lê belê ji bo Kurdan rêyeke rizgariyê heye. Ew jî civandina Kongreya Neteweyî ye. Divê hêzên parastinê yên Kurd, di bin sîwaneke hevpar de li hev bicivin. Eger ev bibe, wê Kurd li Şengalê, li Kobanê nekevin rewşeke xetere."