Cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê hatin veşartin

Bi sedan welatiyên ji Dêrikê, Girkê Legê û gundên wan cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û endamekî Asayîşê ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan spartin axê.

Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selîm, Serokê Desteya Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîljî di nav de bi sedan kesên bajarê Dêrikê û Girkê Legê ji bo oxirkirina cenazeyên şervanê YPG’ê Bilind El-Mihemed (Baz Dêrik) û Fatih Korkimaz (Serhed Kirzan) ên di berxwedaniya Mincibê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Cemal Şêxmûs (Çiya Qendîl) ê li Girkê Legê dema bi erka xwe radibû di qezayekê de jiyana xwe ji dest da ji bo ku oxir bikin li ber nexweşxaneya Dêrikê hatin cem hev.

Piştî wergirtina cenazeyên her sê tekoşeran bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik a Dêrikê derketin rê. Şêniyên Kampa Newrozê jî li ser rêya karwan sekinî û bi tilîliyan pêşwaziya karwanê şehîdan kirin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û hêzên Asayîşê ve hate lidarxistin dest pê kir. Paşê Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û sersaxiya ji malbatên şervanên jiyana xwe ji dest dan re xwestin û got: "Em pêngavên mezin ber bi serketinê ve davêjin. Me di aliyê siyasî, dîplomasî, leşkerî û her wekî din de avêtine. Serketin bi saya tekoşîna van cangoriyan pêk hatiye. Hemû pêk hate bi hev re bûne yek û bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan rêveberiya xwe ava kirine û niha jî amadekariya fedraliya demorkatîk têkirin."

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selûm axivî û da zanîn ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe di nava hev de yekîtiya xwe avakiriye û bi hev re destketiyên mezin bidestxistiye. 

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên têkoşeran bi tilîlî û dirûşmeyan sparstin axê.