Li Qelqeliyê qeyûm îstifa kir
Qeyûm Hakkî Hûkûk Kadirhanoglulari yê ku weke alîkarê Serokê Şaredariya Qelqeliyê hate erkdarkirin, îsifa kir.
Qeyûm Hakkî Hûkûk Kadirhanoglulari yê ku weke alîkarê Serokê Şaredariya Qelqeliyê hate erkdarkirin, îsifa kir.
Bernamzedê şaredariyê yê AKP'ê yê berê Hakki Hûkûk Kadîrharnoglû yê ji aliyê Qeymeqam Serdar Karal ê ku wekî qeyûm tayînî şaredariya Qelqeliya Wanê hat kirin, wekî alîkarê serokê şaredariyê hat tayînkirin îstifa kir. Kadîrhanoglû yê ku sedema îstifaya wî nehat zanîn, hate diyarkirin ku ji bo cihê wî bê tejî kirin qeyûm di nava lêgerînan de ye.
Qeyûm li ‘Qeyûman’ diger
Qeyûm Karal, ji bo kesekê li şûna Kadîrhanoglû yê îstifa kiriye bibîne, li deriyê malbatên ku nêzî AKP'ê ne dixe lê malbatan bi çavekî nerênî li teklîfa qeyûm dinêrin.