Qendîlî: Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye, ya PKK'ê jî parastina gel e
Gelê Qendîlê li dijî dewleta Tirk derket, ku ku bi israr dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Qendîliyan diyar kirin, armanca dewleta Tirk dagirkerî ye û gotin, "PKK'ê çawa ku gelên Şengal, Mexmûr û Kerkûk parast, wê Mûsilê jî biparêze."
ROZA AMED
QENDÎL
duşem, 17 kewçêrê 2016, 11:47
Şêniyên Qendîlê ji ANF'ê re axivîn:
KOSTAN HESEN: Li ser navê gelê Qendîlê, dixwazim bêjim ku em qebûl nakin, dewleta Tirk li nava axa Başûrê Kurdistanê be. Daxwaza Tirkiyeyê ya ketina Mûsilê, parçeyek ji lîstikên qirêj ên li dijî Başûrê Kurdistanê ye. Çawa ku di herikîna dîrokê de xwest Kurdistanê parçe bike û bi dest bixe, niha jî heman tiştî dixwaze bike. Lê belê gel wê vê carê rê nedê.
Çawa ku pêşmerge û gerîla îro li gelek çeperan bi hev re ne, li Mûsilê jî dibe ku heman tişt pêk were. Yên ku axa Başûrê Kurdistanê biparêzin hêzên Kurdan e, ne dewleta Tirk e. Hêza ku Şengal azad kir, ya ku Rojava azad kir, dikare Mûsilê jî azad bike. Eger dewleta Tirk li gelê Başûrê Kurdistanê bifikiriya, wê bombe li Qendîlê nebaranda, wê komkuiya Zergelê, komkujiya Kortekê nekiribûya. Dewleta Tirk a ku li cihekî jiyana gel diherimîne, çawa pêkane ku li cihekî din daxwaza azadiya gel bike? Lewma bang li tevahiya gelê Başûrê Kurdistanê dikim; li dijî dewleta Tirk dengê xwe bilind bike. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e.
'DIVÊ PDK NEBE HEVPARÊ DAGIRKERIYÊ'
HUSÊN HESEN XIDIR: Weke welatiyekî ji Başûrê Kurdistanê ez naxwazim dewleta Tirk tevlî operasyona Mûsilê bibe. Em vê qebûl nakin. Armanca wan dagirkerî ye. Hevparê vê dagirkeriyê jî PDK ye. Bi qasî ku dibînim, ti ji kesên ji Başûrê Kurdistanê vê naxwaze. Em di heman demê de PDK'ê rexne dikin. Divê li cem gel be, ne li cem dijminê gel be. Armanca dewleta Tirk a di vir de, şerê li dijî hêzên PKK'ê yên li Kerkûk, Şengal û Mexmûrê ye. Dixwaze li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe û li dijî gerîla şer bike. Dewleta Tirk a ku dijminatiyê li tevahiya Kurdan dike, gelo çawa pêkane ku daxwaza azadiya gelê Mûsilê bike? Em bi ti awayî vê qebûl nakin.
'PÊWÎSTE BI TI AWAYÎ DESTÛR JÊ RE NEYÊ DAYÎN'
MÛSA MIHEMED XIDIR: Weke gelê Qendîlê em li dij in ku dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê tevlî operasyonê bibe. Dewleta Tirk bêyî standina tiştekî, ji bo gelê Kurd ti tiştî nake. Ev ji berê ve tê zanîn. Mûsil mînaka dawî ya roja îro ye. Dewleta Tirk naxwaze Mûsil azad bibe, dewleta Tirk çav berdaye serweriya li Mûsilê. Ez dixwazim bi taybetî bang li hêzên Kurd bikim; divê bi ti awayî destûra vê nedin. Yekane hêza ku karibe gelê Kurd û axa Kurdistanê biparêze, hêzên Kurd in. Min ev yek bi xwe dît. Tevî israrên hikûmetê jî Tirk ji cihên dagir kiriye, dernakeve. Li Mûsilê jî wê heman tişt bibe. Wekî din, yekane hêza ku em li dijî DAIŞ'ê parast, PKK bû. Ya ku divê di operasyona Mûsilê de cih bigire jî PKK ye. Çawa ku em li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê parast, PKK wê me li Mûsilê jî biparêze."