6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku danê vê sibehê dest pê kir, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku danê vê sibehê dest pê kir, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan.
Operasyona rizgakirina Mûsilê, ku ji aliyê hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyan ve tê meşandin, dewam dike.
Li gundên herêma Xazirê şerekî dijwar di navbera pêşmergeyan û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime.
Di vî şerî de heta niha 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.
Berpirsyarê Tenduristiyê yê Hêzên Pêşmergeyan Şamal Cabar Yaver bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane, 14 jî birîndar bûne.