BI DÎMEN

Muxatabê gelê Şemrexê vîna hilbijatî ye

Hevşaredarê Şemrexê yê ku ji peywirê hate standin Ozkan diyar kir, qeyûm şaredarî kiriye weke qereqolê û got, "Gelê me ne qeyûmê lê vîna hilbijartiyan ji xwe re muxatab dibîne."

Hevşaerdar Alî Ozkan got qeyûmê şaredarî talan kiriye, xizmet daye sekinandin û gel jî bi ti awayî qeyûmê nas nake. Diyar kir muxtarê ku weke qeyûm hatî tayinkirin jî ev qebûl nekiriye.
 
'QEYÛMÊ ŞAREDARÎ TALAN KIR'

Ozkan da xuyakirin, dagirkirina şaredariyê mehek li pey xwe hişt û qeyûm bi tevgereke dagirkeran ketiye şaredariyê û şaredarî dagir kiriye. Ozkan diyar kir, karê pêşî yê qeyûmê talankirina şaredariyê û rawestandina hemû xizmetên şaredariyê bûye. Ozkan ragihand, bi talîmata qeyûmê dest li ser embar, mekîneyên kar, wesayitan û amûrên din ên xizmetê danîne.

Ozkan da zanîn, karkerên şaredariyê û gel ev dagirkirin şermezar kirin, karker ji kar hatin avêtin û ji xwe karker jî naxwazin bi qeyûmê re bixebitin.

ŞAREDARÎ BÛ QEREQOL

Ozkan da xuyakirin, gel li dijî qeyûmê pir bi hêrs e, gel dizane ku darbe li vîna wan hatiye kirin, tê xwestin ku vîna wan xesp bikin û vê êrîşa li ser vîna wan qebûl nakin.

Ozkan destnîşan kir, ku şaredarî bûye qereqol û got, "Qeyûm şaredarî kire qereqol. Di dorpêça wesayitên zirxî de ti cihêtiya şaredariyê ji qereqolê nemaye.’’

'GEL ME MUXATAB DIBÎNE'

Ozkan diyar kir gel qeyûmê muxatab nabîne û tekane muxatab hevşaredar in û wiha got, "Gel nûnerê xwe muxatab dibîne û ji bo çareseriya hemû probleman tê avahiyên partiyê. Hê îro jî welatiyek li min geriya û mekîneya kar xwest. Gelê me qeyûmên darbekar ên AKP'yî nas nake."

'QEYÛMÊ HÊ TI XIZMET NEKIRIYE'

Ozkan anî ziman, qeyûmê heta niha hê ti xizmet nekiriye, tişta ku kirî kevirên peyareyê bi rengê spî û sor boyax bike ku gel berê bi vîna gel bi rengê kesk, spî hatibûn boyaxkirin. Ozkar diyar kir armanca qeyûmê ne xizmet e, qeymeqamê ku weke qeyûm hatî tayînkirin şaredariyê ji qeymeqamiyê bi rê ve dibe û şaredarî jî di dorpêça polîsan de ye.

MUXTARÊ KU WEKE QEYÛM HATE TAYÎNKIRIN QEBÛL NEKIR

Ozkan ragihand, muxtarê gundê Hetwanê Vahit Çakir ku beriya niha weke qeyûmê hatibû tayinkirin jî qeyûmtî qebûl nekiriye û wiha got: "Muxtar Vahît Çakir piştî ku qeke qeyûm hate tayînkirin, xwe gihande gelê navçeyê û got ew qeyûmê nas nake, qeyûm darbeya li vîna gel e û ew ê nebe parçeyek ji darbeyê. Helwesta Muxtar a bi vî rengî erênî ye. Divê ti Kurdek nebe parçeyek ji vê kirinê û bêrûmetiyê."

'BI GELÊ XWE RE EM Ê HÊ XURTIR BI RÊ VE BIBIN'

Ozkan diyar kir ew têkoşînê weke qoltixek li şaredariyê nabînin û got, "Em parçeyek ji têkoşîneke mezin in. Bi gelê me re xwerêveberî wê berdewam bike. Em bi şaredariyê nehatin û pê naçin. Niha em bi gel re bi rê ve dibin. Kes qeyûman nas nake, bi vî awayî em ê bi hêz bibin û li vîna xwe xwedî derbikevin."