Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar Hesekê, ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar Hesekê, ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar Hesekê, ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Şêniyên bajarê Hesekê, cenazeyê şervanê YPG`ê Xityar Heseke (Hemîd El-Xedîr) ê di 3'ê Cotmehê de ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê.
Girseya gel cenazeyê Xityar ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bir.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sebah El-Ehmed, Şervanê YPG`ê Zekî Kobanê, Endamê Komîteya Têkiliyên Tevgera Civaka Demokratîk Cîhad El-Licî di merasîmê de axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Xityar Heseke û hemû malbatên cangoriyan re xwestin û gotin, têkoşer ji bo azadî û parastina hemû pêkhateyan canê xwe feda dikin.
Di axaftinan de êrîşên li ser pêkhateyên Rojava hate şermezarkirin û bang li hemû pêkhateyan hate kirin li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û YPJ/YPG`ê, QSD`ê kombibin û cihê xwe di parstina destketiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêzin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Xityar Hesekê li ber dirûşman veşart.