Li Efrînê bi hezaran kes li dijî artêşa Tirk meşiyan

Bi hezaran kes, ji bo artêşa Tirk a dagirker protesto bikin, ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve meşiyan.

Bi hezaran şêniyên navçeyên Mabeta, Reco û Bilbilê yên Kantona Efrînê berê xwe dan gundê Sorkê ya navçeya Reco ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û dagirkirina xaka Rojava şermezar kirin.

Girseya gel ku al û sembolên Kurdî hilgirtibûn li dijî dagirkirina artêşa Tirk ji zeviyên gundê Sorkê, qutkirina 600 darên zeytûnê û 300 karên Henarê re pertek nîşan dan.

Welatiyên kantonê wê li ser sînor mitîngekê organize bikin û kiryarên Tirkiyeyê şermezar bikin da ku dagirkeriya Tirk ya li ser xaka Rojava bidin rawestandin.

Di 15`ê Cotmehê de Leşkerên Tirk mayîn ji ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê rakirin û ketin nava xaka Rojav.