Li Wan, Riha û Amedê gelek kes hatin binçavkirin û girtin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, ku bi destê AKP/Qesrê tên meşandin, li Wan û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de xebatkarên Radyoya Karacadag jî hene. Li Rihayê 3 kes hatin girtin.

Li navçeya Serav a Wanê polîsan serê sibehê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endamên Meclîsa Şaredariya Seravê Atakan Kaplan, Salîh Ozay û kesên bi navê Celîl Bîna û Kemal Çalişkan hatin binçavkirin. 4 kesên ku hatin binçavkirin birin Fermandariya Jendermeyan ya Navçeyê. 

Li navçeya Erdîşê ya Wanê polîsan serê sibehê bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtinan de keyayê (muxtar) gundê Xocaelî Ferhat Goçmuş û li taxa Dêrê jî Mehmet Çelîk û Hîkmet Elmas hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Jendermeyan.

RIHA

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û 3 kesên ku hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyên dozgariyê Surucu bi şerte kontrola edlî berdan û Sadik Demîr, Mizgîn Çay û Salîh Erbekler bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" sewqî dadgehê  kirin û bi heman îdîayan hatin girtin. 

Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Surucu di 5'ê mehê de ji ber wêneyên xwe yên li Kobanê kişandiye û di berdameya Radyo Karacadagê de "propagandaya rêxistinê" kiriye, hatibû binçavkirin. Serokê Lijneya Rêveber a Firat Basin Yayin A.Ş a ku Radyo Karacadag jî girêdayî wê ye ku di 30'ê îlonê de hatibû girtin, Sadik Demîr, xebatkarên radyoyê yên berê Mizgîn Çay û Salîh Erbekler jî ji ber heman bernameyê hatibûn binçavkirin, îro hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.

AMED

Li navçeya Karaz a Amedê di saetên nîvro de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de hemû alavên malan tevlîhev kirin. Piştî serdegirtinê xebatkarên Şaredariya Karazê Ayşe Kanuszengîn û Aladdîn Demîr li avahiya şaredariyê hatin binaçavkirin. Endamê Meclîsa Şaredariya Karazê Kemal Can, Xebatkarên DÎSKÎ'yê Îslam Şik û Azîz Yildiz, welatiyên bi navê A.Rahîm Aşan û Mahfuz Yildiz jî di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. 

7 kesên ku hatin binçavkirin nehat zanîn ji ber çi hincetê hatine binçavkirin û hate gotin ku li Miduriyeta Polîsan a Karazê tên ragirtin.