QSD'ê salek ji meşa azadiyê li dû xwe hişt

Meşa azadiyê ku bi QSD'ê re par dest pê kir, salek li dû xwe hişt. Ji sedî 90 ê axa Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û rizgarkirin.

Dema damezrandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên gelên Sûriyeyê hat ragihandin, hat gotin ku wê tevahiya axa Sûriyeyê ji DAIŞ û komên çete yên dûvikê wê ne bê paqijkirin û rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê di nava sala bihurî de, piştî berxwedana Kobanê ya efsanewî, li Bakurê Sûriyeyê derbên giran xwarin. Ji sedî 90 ê axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan hat paqijkirin.

Baş e hêza QSD'ê ku di rewşa heyî de siberoja Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê diyar dike, çawa derket holê û çawa ava bû?

LI SÛRIYEYÊ DAXWAZÊN AZADÎ Û GUHERTINÊ

Di Adara sala 2011'an de dema ku gelên Sûriyeyê bi daxwaza azadî û guhertinê daketin qadan, desthilatdariya rejîma heyî ya Baasê jî hejiya. Ji ber ku rejîma Baasê li şûna azadî û guherînê, serî li rêbaza tepisandina bi zor û kuştinê da, şerê navxweyî yê ku îro diqewime, dest pê kir.

Hêzên navneteweyî û herêmî ji vê rewşê sûd wergirtin, çalakiyên aştiyane yên ji bo azadî û guhertinê sabote kirin û rê li ber şerekî çekdarî vekirin. Di nava demeke kurt de du rêxistinbûnên bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê û Hikûmeta Neteweyî hatin avakirin.

Dûre ev hikûmeta ne fermî gelek carna ji hev ket, yên di nava qaşo hikûmetê û Artêşa Azad de cih digirtin, bi mîlyonan dolar pereyê hêzên navneteweyî û herêmî ji wan re şandin, girtin û reviyan welatên Ewropayê.

Piştî vê rewşê, êdî ji nava Artêşa Azad a nediyar bû ji kê pêk tê, gelek komên çete derketin holê. Dema ku komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şam ên dûvikê El Qaîdeyê ne tevlî vê rewşê bûn, jiyan li gelên herêmê êdî bû dojeh.

Li Sûriyeyê, ku bû dojeha gelan, Şoreşa Rojava ji bo gel û baweriyên cuda bû hêvî. Û gelan bi vê ronahiya Şoreşa Rojava re, ber bi Şoreşa Sûriyeya Demokratîk ve gavên girîng avêt.

Li ser vê bingehê weke hêzeke leşkerî Hêzên Sûriyeya Demokratîk û weke temsîliyeta gel û baweriyên cuda jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ava bûn.

QSD AVA DIBE

Hêzên YPG/YPJ, Hêzên Senadîd, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Bûrkan El-Fırat, Tabûra El Reqa, Şems El Şimal, Tûgaya Selacîqe, Civata El Wiye El Cezîre, Ceyş El Siwar, Lîwai El Tehrîr û Lîwai 99 li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê li hev civiyan û dest bi hin danûstandinan kirin.

Di encama van hevdîtinan de hemû koman li hev kirin ku divê bersiv ji daxwazên azadî û guhertinê yên gelên Sûriyeyê re were dayîn. Di van danûstandinand e tespîta 'Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime' hat kirin û bal hat kişandin ser plan û projeyên hêzên navneteweyî û herêmî yên li ser Sûriye û Rojhilata Navîn.

Di hevdîtinan de hat ragihandin, ku bi hêzên navneteweyî yên li dijî DAIŞ'ê re di çarçoveya berjewendiyên gelên Sûriyeyê de tifaqên demî dikarin werin avakirin, lê belê ew ê bi ti awayî nekevin bin kontrola van hêzan.

Û piştî van rêze hevdîtinan, roja 10'ê Cotmeha 2015'an, bi civîneke çapemeniyê re 13 hêzên gel ên azadîparêz QSD ragihandin. Ragihandin ji aliyê Berdevkên QSD'ê Telal Silo û Lewend Rojava ve hat kirin.

PÊNGAVA STRATEJÎK A HOLÊ

Hê mehek di ser ragihandinê re derbas nebû, hêzên QSD'ê di 31'ê Cotmehê de dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Holê kirin, ku ev bajarok li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê ye, xwedî girîngiyeke stratejîk e û ji aliyê çavkaniyên gaza xwezayî û petrolê ve dewlemend e.

Di encama pêngava 20 rojan de Hol û Xatûniyê ji çeteyan hatin paqijkirin, 196 gund û gundik hatin rizgarkirin û hêzên QSD'ê qadek ji 1400 kîlometreçaregoşeyî azad kriin. Di vê pêngavê de 493 çete hatin kuştin. Di pêngavê de 33 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan, 55 jî birîndar bûn.

PÊNGAVA BENDAVA TIŞRÎNÊ

Pêngava duyemîn a hêzên QSD'ê jî ji bo paqijkirina herêmên li başûrê Kobanê hat lidarxistin. Ev pêngava Tişrînê di 23'ê Kanûna 2015'an de dest pê kir. Di demeke kurt de ev pêngav bi ser ket û piştî 4 rojan bi dehan gund û gundik ji çeteyan hatin paqijkirin. Hêzên QSD'ê bi vî rengî xwe gihandin Bendava Tişrînê. Bi vê pêngavê re qadek ji 60 kîlometreyî ya navbear Sirîn û Bendava Tişrînê ji çeteyan hat paqijkirin. 

Rizgarkirina Bendava Tişrînê ku li cihekî stratejîk ê navbera Reqa û Minbicê ye, ji bo derbasbûna li rojhilatê Firatê û destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê derfet afirand. Dş encama vê pêngavê de hejmareke zêde çek û cebilxane ketin destê hêzên QSD'ê û bi dehan çeteyê DAIŞ'ê hatin kuştin.

PÊNGAVA XEZEBA XABÛRÊ

Hêzên QSD'ê di 16'ê Sibata 2016'an de bi navê 'Xezeba Xabûrê' ji bo rizgarkirina bajarê Şeddadê yê li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê pêngaveke krîtîk dan destpêkirin. Vê pêngavê jî demeke dirêj dewam nekir û herêma Şeddadê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. Bi vî rengî têkiliya navbera herêmên Iraq û Sûriye yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin, hat birîn.

Di encama pêngava Xezeba Xabûrê de bîrên petrolê yên ku çeteyên DAIŞ'ê petrola jê derdixist difirotin Tirkiye û cîhanê, ketin destê hêzên QSD'ê. Li vê derê gelek dokûmanên li ser bazirganiya petrolê ya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê bi dest ketin.

Di pêngavê de ku 16'ê Sibatê dest pê kir û heta 22'ê Sibatê dewam kir, qadek ji 1400 km'çargoşeyî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin. navenda bajarê Şeddadê, bajarokê El Erîşe, 47 gund û 315 gundik ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di pêngavê de 275 çete hatin kuştin. 20 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan.

PÊNGAVA ÊLÎN Û CÛDÎ

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li başûrê Hesekê û Şeddadê derbên giran xwarin, li Girê Spî sivîl hedef girtin û komkujî kirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiye û bajarokê Silûkê ketin nava Girê Spî û bi dehan jin û zarok kuştin. Di nava sivîlên hatin kuştin de 2 zarokên bi anvê Êlîn û Cûdî jî hebûn.

Li ser vê yekê hêzên QSD'ê bi navê Êlîn û Cûdeî ji bo hilanîna tola pitikan pêngavek dan destpêkirin. Şervanan berê xwe dan başûrrohliatê bajarokê Silûkê, bakurê bejahiya Dêra Zor û çiyayê Kezwan.

Du baskên pêngavê piştî şerê giran li gundê Mîkmenê gihîştin hev. Di encamê de qadeke berfireh a ji başûrrojavayê Hesekê heta rojhilatê Reqqayê ji çeteyan hat paqijkirin.

Bi vê pêngavê re rêyeke gelekî stratejîk a ji bo çeteyan hat birîn û li dora Kantona Cizîrê û Girê Spî xeteke girîng a parastinê hat avakirin.

DESTWERDANÊN ÎRADEYA ŞOREŞGER A QSD'Ê LI PÊVAJOYA HEYÎ

Li Sûriyeyê, ku ji ber destwerdana yekser an jî neyekser a hêzên navneteweyî û herêmî şerekî navxweyî rû da, ji ber zext û zordariya rejîmê, dagirkerî, destavêtin, talan, îşkence û komkujiyên bi dehan komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam, Sûriye li gelan veguherî girtîgehekê û rewşeke ku hemû nirxên mafên mirovan tên binpêkirin derket holê. Damerandina QSD'ê û destwerdanên wê yên bi vîna şoreşgerî, ev rewş guherand. Rizgarkirina Hol, Tişrîn û Şeddadê bandoreke mezin kir û deng veda. 

HEMÛ PÊNGAV LI SER BINGEHA BIRATIYA GELAN HATIN MEŞANDIN

Di nava hemû pêngavên QSD'ê de, hêzên ji Kurdan, Ereb, Asûrî, Suryanî, Çeçen, Çerkes, hemû hindekahiyên li herêmê û tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê de cih girtin û li dijî çeteyan şer kirin. Ji ber vê yekê hemû pêngav li ser bingeha biratiya gelan hatin meşandin.

TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN QSD'Ê ROJ BI ROJ ZÊDE BÛ

Serketinên QSD'ê di heman demê de cihê vê hêzê yê di nava gel de jî radixist pêş çavan. Li qadên hatin rizgarkirin, xwedîderketina gel a li şervanên QSD'ê ev yek bi zelalî nîşan dida. Serketinên QSD'ê di heman demê de dibû sedem ku komên nû tevlî bibin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku bi 13 koman dest bi meşa azadiyê kirin, niha ji 32 koman pêk tên.

DESTEKA HEWAYÎ YA KOALÎSYONA NAVNETEWEYÎ JI BO QSD'Ê

'Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ku ji 40 dewletan pêk tê, piştî ku nekarî bi xurtî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike, ji bo prestîja xwe rizgar bike, têkilî bi hêzên QSD'ê re danî. Û di encama vê têkiliyê de QSD weke hêzeke stratejîk cihê xwe di nava vê koalîsyona navneteweyî de girt. Hêzên Koalîsyonê bi rengekî aktîf piştgiriya hewayî dan pêngavên Hol, Tişrîn, Şeddadê û pêngava tolhildanê ya Êlîn û Cûdî.

Lê belê heman koalîsyona navneteweyî li xeta Efrîn-Ezazê destek da komên çete yên ser bi koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê.

Û tevî ku hêzên QSD'ê gelek caran alîkariya leşkerî xwest jî, hê bersivek nedaye.