Gelê Başûr: Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê dagir bike
Başûriyan xwestin, dewleta Tirk derhal dawî li dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bîne.
Başûriyan xwestin, dewleta Tirk derhal dawî li dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bîne.
Ji gelê Başûrê Kurdistanê Abdulhalik Ebdullah da xuyakirin, ku hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo dagirkirinê ye û işaret bi desteka Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya ji bo DAIŞ'ê kir. Ebdullah got, "Dewleta Tirk a ku ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve li dijî gelê Kurd destek daye DAIŞ'ê, niha rabûye dibêje, 'Ez ê alî Kurdên li Başûrê Kurdistanê bikim'. Kes bi vê yekê bawer nake." Ebdullah destnîşan kir, ku hebûna Tirkiyeê ya li Sûriye û Iraqê, dagirkerî ye.
Ebdullah got, "Siyaseta AKP'ê li ser kuştina Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ev sîstema ku li bakur Kurdan dikuje, digire û faşîzmê dike, dixwaze heman tiştî li hemû Kurdan bike."
'DEWLETA TIRK DIXWAZE MÛSILÊ TEVLÎ NAVA AXA XWE BIKE'
Eyup Kakeyî jî israra dewleta Tirk a ji bo tevlîbûna operasyona Mûsilê weke nexweşiyeke berê ya Osmanî pênase kir û got, "Lewma hatina Başîkayê ne ji bo azadkirina gelê Mûsilê ye. Dewleta Tirk Mûsilê weke malê xwe dibîne. Ji ber vê eykê em Kurd naxwazin leşkerên Tirk li axa Kurdistanê û Iraqê bimîne. Em dewleta Tirk weke hêzeke dagirker dibînin."
'EM DIXWAZIN GERÎLA TEVLÎ OPERASYONÊ BIBE'
Yûsûf Nasîh jî diyar kir, divê PKK tevlî operasyona Mûsilê bibe û anî ziman, piraniya gelê Başûrê Kurdistanê dixwaze gerîla di vê operasyonê de hebe.
Nasîh ragihand, derdê herî mezin ê dewleta Tirk pêşîgirtina li tevlîbûna gerîla ya li vê operasyonê ye û got, "Hêvîdar im wê siyaseta Kurd rola gerîla ya heta niha di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de lîstiye bibîne û li gorî wê tevbigere."
Nasîh di dawiya axaftina xwe de got, "Armanca sereke ya dewleta Tirk a ji tevlîbûna operasyona Mûsilê ew e; axa Kurdistanê hê bêhtir parçe bike û dagir bike."