YPG: Êrîşên artêşa Tirk û komên çete dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî yên li dijî Rojava/Bakurê Sûriyeyê dewam dikin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî yên li dijî Rojava/Bakurê Sûriyeyê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk û komên çeteyan, ev agahî hatin dayîn:
"14'ê Cotmehê çeteyên koalîsyona Sûrî ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran û topên hawanan êrîş birin li ser gundê Maranez ê girêdayî Efrînê.
15'ê Cotmehê çeteyên DAIŞ'ê danê nîvro bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê yê li başûrrojhilatê bendava Tişrînê ya Kobanê.
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK
Êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûrî dewam dikin. 15'ê Cotmehê saet 20.30 û 16'ê Cotmehê saet 20.00, bi çekên giran 2 êrîşên cûda birin li ser gundê Dêr Belût a girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê.
15'ê Cotmehê danê êvarê bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Alîşar û Girê Sululê yên li rojavayê Kobanê.
15'ê Cotmehê nîvê şevê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Til Şeriyê yê li rojhilatê Kobanê.
16'ê Cotmehê danê nîvro û bi şev, bi çekên giran 2 êrîşên cûda birin li ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê."