2 hezar Mûsilî dixwazin derbasî Rojava bibin

Piştî ku operasyona Mûsilê dest pê kir, bi hezaran penaberên Iraqî ji bo derbasî nava Rojavayê Kurdistanê bibin, li ser sînor civiyan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bi qasî 2 hezar penaberên Mûsilî ji bo derbasî nava Rojavayê Kurdistanê bibe, li ser sînor disekinin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand, di nava vê salê de 50-60 mirovên ji Mûsilê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Li gorî texmînan, pêla koçberiyê wê di rojên pêş de zêdetir bibe.