Irmak: Qeymeqam û Midûrê Emniyetê berpirsyar in
Wekîla HDP’ê Irmak diyar kir ji mirina zarokekî, birîndarbûna du zarokan Midûrê Emniyetê yê Geverê û Qeymeqamê Geverê berpirsyar in.
Wekîla HDP’ê Irmak diyar kir ji mirina zarokekî, birîndarbûna du zarokan Midûrê Emniyetê yê Geverê û Qeymeqamê Geverê berpirsyar in.
Wekîla Colemergê ya HDP’ê Selman Iramak diyar kir, tedaviya zarokê 7 salî yê bi navê Hakan Ayvalik ku duh di encama teqîna madeyekê de li cihê ku zarok lê bûn, li Geverê teqiyayî , li Nexweşxaneya Wan Yuzulcu Yilê berdewam dike.
Irmak li nexweşxane malbat ziyaret kir û got, "gewdeya biçûk a Hakan li ber xwe dide ku bijî".
Irmak bi bîr xist di teqîna duh de Umît Ayvalik ê 9 salî di teqîna duh de jiyana xwe ji dest daye û got: "Li Geverê piştî dorpêç rabû me ji Emniyetê û Qeymeqam re got muhîmata dibe ku em li her deverê lê rast werin bi baldarî werin paqijkirin. Di vê teqînê de ji kuştina zarokekî û birîndarbûna zarokekî Qeymeqamê Geverê û Midûrê Emniyetê yê Geverê berpirsyar e. Bi dehan caran me ji wan re got lê guh nedane me û bûne sedema vê rewşê. Têkildarî hemû berpirsan de em ê gilih bikin."
Di teqînê de ku li cihê zarok lê dilîstin pêk hatibû, Umît Ayvalak jiyana xwe ji dest dabû û Rûken, Hakan Ayvalik jî birîndar bûbûn.