Cenazeyê Leyla Basût hat veşartin

Cenazeyê Leyla Basût a li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat veşartin.

Cenazeyê Leyla Basût, ku hat îdîakirin li ser rêya Haymana ya Enqereyê roja Şemiyê di teqînekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji Enqereyê birin Sêrtê.

Wecîbeyên olî li mizgefta Şêx Mûsa bi cih hatin anîn û piştre cenaze hat veşartin. Di merasîma cenaze de rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kes amade bûn.

Ji bo Basût li mala serxweşiyê ya li taxa Barişê serdanên sersaxiyê tên kirin.