Ji YRK’ê çalakiya tolhildanê

YRK’ê ragihand ku ji bo tolhildana 12 gerîlayên wan ên li Salas Bawacanî ya Rojhilatê Kurdistanê bi komployekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin şehîdkirin çalakî li dar xistin, di çalakiyê de 26 pasdarên rejîmê hatin kuştin.

Di 4’ê Cotmeha 2016’an de li bajarê Salas Bawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di encama komployek a xwefiroş û hêzên rejîma Îranê de 12 gerîlayên YRK’ê şehîd bibûn.

Fermandariya Biryargeha YRK'ê daxuyaniyekî nivîskî weşand, diyar kir ku di encama çalakiya ji bo tolhilatana 12 gerîlayan de, 26 pasdar û sîxorên rejîma Îranê hatine kuştin. YRK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

“Çalakiyên hêzên me li herêma Rebatî ya ser bi bajarê Serdeşt ku li dijî qereqolek a hêzên rejîma Îranê pêk hat, herî kêm 9 pasdar hatin kuştin, 6 jî bi giranî birîndar bûn.

Piştî vê çalakiyê, li navçeya Candaranî ser bi bajarê Serdeşt li dijî wesayitekî hêzên rejîma Îranê çalakiyek sabotajê pêk hat. Di encama vê çalakiyê de 2 pasdar hatin kuştin. Piştî hêzên rejîmê yên ji bo destwerdana bûyerê hatin, ew jî bûne hedefa hêzên me yên gerîla. Di şerê rû da de derbeyên giran li hêzên rejîmê hatin xistin.”

YRK’ê diyar kir ku di 10’ê Cotmehê de hêzên wan li dijî qereqola Gulçîderî ya li herêma Merîwan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de agir bi cebilxaneya qereqolê ket û teqiya. Di şerê li vir de herî kêm 15 pasdar hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Fermandariya Biryargeha YRK'ê ev agahî jî dan: “Ev çalakî weke bersivek ji bo şehîdkirina 12 gerîlayên me yên di 4’ê Cotmeha 2016’an de li bajarê Salas Bawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê ku di encama komployek bêbextane de hatin şehîdkirin bû.”

YRK’ê Her wiha hêzên xwecihî yên girêdayî pasdaran jî hişyar kir ku ger li ser karên xwe yên qirêj berdewam bikin, wê hêzên wan bersiva pêwîst bidin.