Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin

Ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên li Wan û navçeyên wê, gelek kes hatin binçavkirin. Serdegirtina li malan hê dewam dike.

Polîsên dewleta Tirk tevî maşînên zirxî danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Xaçort û Şabaniye yên Wanê, navçeyên Şax, Westan û Ebexê. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin ku Hevserokên HDP'ê yên Şaxê Şukru Yavûz û Sevgî Eraslan jî hene.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyetên Emniyetê yên Wan û Şaxê.

Polîsên avêtine ser avahiyên HDP'ê yên Westan û Ebexê, lêgerînê dikin.