Zarokê li Geverê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
Cenazeyê zarokê bi navê Ûmût Ayvalik ê li Geverê ji ber teqîna cîsmekî jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Cenazeyê zarokê bi navê Ûmût Ayvalik ê li Geverê ji ber teqîna cîsmekî jiyana xwe ji dest da, hat veşartin.
Li taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Gever a Colemêrgê, Ûmût Ayvalik ê 10 salî, cîsmek li erdê dît û dema pê dilîst ev cîsm teqiya.
Ji ber teqînê Ayvalik jiyana xwe ji dest da. Li dû otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, malbatê cenazeyê Ûmût rakir û li goristana taxa Ormanê veşart.
Gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Hevşaredar Adîle Kozay û endam/rêveberên DBP û HDP'ê jî li merasîmê amade bûn.