YPG: Êrîşên Arteşa Tirk didomin

YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî berdewam dike.

Navenda Ragihandin YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk a li ser xaka Rojava daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê wiha anî ziman: “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 11’yê Cotmehê di saet 22.00’an de çeperên hêzên me ya gundê Tilkeyf ê giredayî Amûde û 12’yê Cotmehê di saet 11.00’an de çeperên hêzên me ya gundê Birkinis a giredayî Dirbesiyê bi çekên giran gulebaran kirin. Hêzên me bersivê êrîşê gundê Birkinis dan û qasî hate zelal kirin di leşkerekî arteşa Tirk hate birîndar kirin.”

YPG’ê diyar kir ku Şeva 11’yê Cotmehê çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyeyê, ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Maranez a giredayî Efrînê.