Cenazeyê Harûn Aslan hat veşartin
Cenazeyê Harûn Aslan ku hat îdîakirin li Enqereyê ji bo teslîm nebe bombeya li ser xwe teqand, hat veşartin.
Cenazeyê Harûn Aslan ku hat îdîakirin li Enqereyê ji bo teslîm nebe bombeya li ser xwe teqand, hat veşartin.
Cenazeyê Harûn Aslan, ku hat îdîakirin li ser rêya Enqere Haymana di 8'ê Cotmehê roja Şemiyê de ji bo teslîmî polîsan nebe bombeya li ser xwe teqand, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Malbatê cenaze anî Amedê.
Rêveberên DBP û MEYADER'ê, cenaze li Dogû Petrolê ya li ser rêya Erxeniyê pêşwazî kirin û anîn gundê Kerwas ê Licê.
Li dû bicihanîna wecîbeyên olî, cenazeyê Aslan anîn "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê.
Di merasîma li vir de tevî rêveberên MEYADER, HDP Û DBP'ê gelek kes amade bûn. Cenazeyê Aslan li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "Rêya şehîd rêya me ye, PKK partiya me ye" hat veşartin.