Cengîz ê HPG’yî hate definkirin

Gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) ê ku di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Bêgeriyê hate definkirin.

Piştî ku cenzeyê gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) ê ku di şerê 2’yê Cotmehê li herêma Fereşînê ya navçeya Elkê a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê ve hate girtin û şûn de anîna Taxa Kiçik a girêdayî navçeya Begirî ya Wanê. Piştî ku li vir wecîbeyên olî yên cenazeyê Cengîz anîn cih û ûn de birin goristan taxê.

Bi beşdariya gelek kesan, piştî merasîmê cenazeyê Cengîz li gel dûayan hate definkirin.

Sersaxî li mala Cengîz a Wanê tê qebûlkirin.