Bi dehan siyasetmedarên Kurd li Wanê hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, bênavber dewam dikin. Li Wanê 49 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser gelek malên li Wanê û 49 kes binçav kirin, ku di nava wan de Hevserokên DBP'ê yên Bajêr û Hevserokên HDP-DBP ên navçeyan jî di nav de ne. Siyasetmedarên Kurd ên hatine binçavkirin birin midûriyetên emniyetê yên Tirk. Li gorî agahiyan, di destê polîsên Tirk de lîsteyek heye û navê 70 kesên divê werin binçavkirin, hatine nivîsandin.

Polîsan danê sibehê avêtin ser avahiya DBP'ê ya Bajêr û Hevserokên DBP'ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Sevînç Şeker ên hatin avahiya partiyê, di rê de binçav kirin.

RÊYA ARMÛŞÊ

Li dû serdegirtina avahiya DBP'ê ya bajêr, polîsên tîmên taybet vê carê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Bajêr a li navçeya Rêya Armûşê. Polîsan deriyê avahiyê şikandin û li nava avahiyê dest bi lêgerînê kirin.

EBEX

Polîsan li navçeya li Ebexê ya Wanê bi ser mala hevserokên navçeyê DBP Şîrvan Şahîn û Mehmet Nasir Urgen, rêveberên DBP'ê Mustafa Kaya û Mahmut Salazar de girtin û ew binçav kirin. Polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê de jî girtin û lêgerîn didome. 

ŞAX

Li navçeya Şaxê ya Wanê jî polîsan avêtin ser malên Hevserokên HDP Şukru Yavûz û Sema Çaygeç, hevseroka DBP Medenî Ozer. Piştî lêgerînan hevserok binçav kirin. Hat zanîn ku hejmara kesên hatin binçavkirin zêdetir e. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polisan a Wanê. 

QELQELÎ

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî polîsan hemwext bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevserokên HDP'ê yê navçeya Qelqeliyê Recep Ceynalci, Sema Çaygeç û hevseroka DBP Asli Kaymaz binçavkirin. Lêgerîna malan didome. Kesên hatin binçavkrin birin midûriyeta polîsan a Wanê. 

NAVÇEYÊN NAVENDÎ

Li avahiyên DBP-HDP ên li Artemêtan, Rêya Armûşê û Tîşbayê dewam dikin. Polîsên Tirk Hevseroka HDP'ê ya Artemêtanê Berna Karataş û Hevserokên DBP'ê yên Artemêtanê Medenî Ozer û Atiye Şen binçav kirin.

PAYÎZAVA

Li navçeya Payizava ya Wanê jî polîsan bi ser malên hevserokê HDP'e yê navçeya Payizava Necat Taniş û Hevseroka DBP'ê ya Seyoş Alas de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Payizava de jî girtin û lêgerin kir. 

SERAV

Di serdegirtina li navçeya Seravê de Hevserokên HDP'ê yên Navçeyê Murşîde Sevmîş, Şabettîn Bîlmez, Hevseroka DBP'ê ya Navçeyê Kader Çerî hatin binçavkirin. Polîsan avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

BÊGIRÎ

Li Bêgirî di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Kûtbettîn Deger, Anergul Albak, Hevserokên DBP'ê yên Navçeyê Mehmet Kaplan û Ayşe Deger hatin binçavkirin. Lêgerîna li avahiyên DBP û HDP'ê dewam dike.

MIKS

Li Miksê Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Halîl Bogra di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Lêgerîna li avahiya partiyê dewam dike.