Artêşa Tirk li girê Kil Xono yê li Licê qereqola demkî danî
Leşkerên Tirk, li Kil Xono yê ku li hemberî gundê Ergîn ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye, qereqola demkî danîn.
Leşkerên Tirk, li Kil Xono yê ku li hemberî gundê Ergîn ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye, qereqola demkî danîn.
Li gor çavkaniyên herêmî li vê qereqolê cerdevanên ku ji bajarokê Sîvan ê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê hatine anîn jî hatine bicihkirin.
Piştî cerdevan li qereqolê hatine bicihkirin, fermandarê qereqola Abali bang li keyeyê gundê Ergînê û gundiyan kiriye û ji wan re gotiye; “Ez dizanim çi li vê derê diqewime”, heqaret kirine û gef xwarine.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku cerdevan her tim li qereqolê namînin, carîna diçin gund, her wiha gundî ji vê rewşê nerehet in û ji cerdevanan re gotine; “Ev der naşibe Sivanê, axa me ye, bicehemin.”
Girê Kil Xono ku cihekî dîrokî ye, Îskenderê Mezin lê bi cih bûye û di heman demê de gelek xebatên dîrokî lê hene.
Hate diyarkirin ku ji ber artêşa Tirk di çêkirina qereqolê de, maşîneyên kar ên mîna dozerê bi kar anîne jî zerar dane piraniya van bermahiyên dîrokî.
Dîsa, çavkaniyan bal kişandin ku gefên fermandarê qereqola Abaliyê êrîşên demên pêş îşaret dike.