Berdevka Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Tara Hisên di civîna çapemeniyê ya îro li bajarê Hewlêrê de axivî û wiha got: “Divê em weke Kurd yekîtiya xwe saz bikin. Enceq bi vê yekê em di qada navneteweyî de bibin xwedî hêz. Divê Gerîla, Pêşmerge, şervan û hêzên YPŞ’ê di bin fermandariyekî hevpar de beşdarî operasyona Mûsilê bibin.”
Tara Hisên di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew herêmên hatine rizgarkirin ji aliyê hêzên Kurd ve neyê valakirin û wiha anî ziman: “Hebûna hêzên Tirk li ser xaka Iraqê cihê metirsiyê ye. Ti cudahiya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de nîne. Şerê li dijî DAIŞ’ê di heman demê de şerê li dijî Tirkiyê ye.”
Berdevka Tevgera Azadî dazanîn ku paşeroja Mûsilê paşeroja Şengalê ye û çarenûsa Hewlêrê jî pê ve girêdayî ye. Tara Hisên wiha pê de çû: “Me pêşniyar kiriye ku konferansek were li dar xistin. Di vê konferansê de lihevkirin û proje ji bo beşdarbûna hêzên Kurdî di şerê Mûsilê de werin nîqaşkirin. Divê hebûna hêzên artêşa Tirk ji bo Kurdan xeta sor be.”
Der barê projeya HDP ku pêşkêşî aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî kiribû, Tara Hisên wiha got: “Em piştgiriya projeya HDP’ê dikin.”
Di dema civîna çapemeniyê ya Tevgera Azadî de hêzên asayîşê êrîş kirin. Rojnameger belav kirin û lêpirsîn li Tara Hisên kirin. Tara Hisên der barê mijarê de diyar kir ku hêzên asayîşê bi behaneya ku destûra wan nebûye, astengî ji wan re çêkirine. Wê jî di bersivê de gotiye ku pêwîst nake ji bo daxuyaniya çapemeniyê destûr ji asayîşê were girtin.