Ehmed: Dibe ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku nakokiyên navbera Rûsya û DYA, li ser rûyê erdê berevajî gotin û daxuyaniyan e.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku nakokiyên navbera Rûsya û DYA, li ser rûyê erdê berevajî gotin û daxuyaniyan e.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku nakokiyên navbera Rûsya û DYA, li ser rûyê erdê berevajî gotin û daxuyaniyan e.
Ehmed rewşa dawî ya li gelemperiya Sûriyeyê û xebatên Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.
Ehmed bibîr xist, ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartina serokatiyê tê kirin û got, "Beriya niha di encama lihevkirina DYA û Rûsyayê de agirbestek hat ragihandin. Ne mirov ji vê re dikarin bêjin agirbest, ne jî bêjin tiştek nebûye. Ne dest pê kir, ne jî qediya.
Hêzên li ser rûyê erdê şer dikin, heta astekê ev yek bi cih anîn. Lê belê ji ber rewşa hêzên ji derve ve dest li van hêzan werdidin, ev agirbest hat binpêkirin û têkbirin. Di rewşa heyî de, Rûsyayê piştî têkçûna agirbestê ber bi Helebê ve dest bi pêngavekê kir. Rûsya-rejîm û Îranê bi hev re dest bi vê pêngavê kirin. Li Helebê gihîştine astekê. Hêzên rejîmê bi pêş ve çûye û dixwaze bi temamî kontrol bike.
DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BI ERÊKIRINA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ PÊK HAT
Tirkiye dixwaze ji aliyê Babê heta Helebê bi pêş ve biçe. Eger hêzên navneteweyî pêşî li Tirkiyeyê venekiribûna, wê nikarîbûya Cerablûs û Raî dagir bikira. Rûsya, rejîmê û Îranê lampey kesk ji Tirkiyeyê re pê xistin. Ev dagirkerî bi desteka hêzên koalîsyonê pêk hat û dewam dike.
'TIRKIYE BI HELEBÊ RE DIXWAZE TEVAHIYA BAKURÊ SÛRIYEYÊ DAGIR BIKE'
Tirkiye, ji bo xwe bigihîne Helebê vê bi kar tîne. Ji bo şerê li Helebê neqede, Tirkiye vê dike. Tirkiyeyê li ser dagirkirina Babê ev stratejî ava kiriye. Hedefa bingehîn a Tirkiyeyê gelemperiya Helebê ye. Tiştekî bi vî rengî jî heye; dema bi ser nekeve, hewl dide şerê li wir neqedîne û pêşî li aramiyê bigire. Bi Helebê re Tirkiye dixwaze temamiya Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Armanceke bi vî rengî ya Tirkiyeyê heye. Dixwaze sîstema li Rojava xera bike. Û di dawiya dawî de tevahiya Sûriyeyê kontrol bike."
'EV REWŞ HÊZÊN KOALÎSYONÊ JÎ DIXE NAVA XETERIYÊ, HAYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JI VÊ HEYE'
Îlham Ehmed da xuyakirin, ku Rûsya-Îran-Rejîm bi vê armanca Tirkiyeyê dizanin û wiha dewam kir: "Wê vê qebûl bikin an nekin, ev ne diyar e. Lê belê nepêkan e ku qebûl bikin. Plan û projeyeke hêzên koalîsyonê ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hebû. Ji ber vê yekê, dagirkeriya Tirkiyeyê erê kirin. Tirkiye jî qaşo di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê vê dagirkeriyê didomîne. Plana Tirkiyeyê ew e, ku piştî paqijkirina herêmên DAIŞ'ê, êrîşî herêmên Kurdan bike. Di rewşeke bi vî rengî de wê hêzên koalîsyonê jî bikevin nava rewşeke xetere. Haya hêzên navneteweyî û hêzên koalîsyonê ji vê heye."
'NAKOKIYÊN NAVBERA RÛSYA Û DYA LI SER RÛYÊ ERDÊ CUDA NE'
Ehmed bal kişand ser nîşaneyên li ser kûrbûna nakokiyên navbera Rûsya û DYA û got, "Hin derdor vê rewşê weke 'kêm ma ye şerekî cîhanê dest pê bike' dinirxînin. Bi dîtina me, rewşa li ser rûyê erdê ne bi vî rengî ye. Kontrolkirina Helebê ji aliyê rejîmê ve, tenê weke daxawza Rûsyayê tê nîşandan. Bêdengiya DYA ji vê re û hewldanên qutbûna têkiliyan di vê demê de, hê bêhtir derfet da rejîmê ku Helebê kontrol bike. Ev rewş, girêdayî daxwaza hêz û aliyan, diqewime."
ERDOGAN JI HELEBÊ HETA MÛSILÊ TEVAHIYA HERÊMÊ DIXWAZE KONTROL BIKE
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Recep tayyîp Erdogan ên li ser Sevr û Lozanê ku îdîa dike bi van peymanan re ya wan ji dest hatiye girtin û got, "Ji peymana Sykes-Pîcot jî aciz e. Yanî ti ji van peymanan qebûl nake. Erdogan dixwaze li dema beriya van peymanan vegere. Pozîsyon û statuya beriya van peymanan dixwaze. Armanca Erdogan a li Sûriyeyê, ji ragihandina dewleteke Tirkmen jî wêdetir e. Belê Erdogan dixwaze demografiya herêmê biguherîne û bike Tirkmen. Ya rast, Tirkmenên ew qalê dikin, ti eleqeya wan bi Tirkmenan re nîne. Tirkmenan temsîl nakin. Tirkmenên li gorî xwe afirandine. Di nava sîstema me de Tirkmenên hêja hene. Ew bi xwe jî vê dibêjin. Destnîşan dikin ku Erdogan dixwaze li gorî xwe Tirkmenan bafirîne û aciz in ku Erdogan li ser navê Tirkmenan daxive.
Armanca Erdogan ne tenê li Sûriyeyê ye. Herêma ji Helebê heta Mûsilê dixwaze. Û Mûsilê bi xwe jî dixwaze. Daye dû xewn û xeyaleke bi vî rengî ya mezin. Ji ber vê yekê, tevî ku nayê xwestin jî dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Her roj radibe daxuyaniyan dide û dibêje 'Em amade ne tevlî azadkirina Mûsilê bibin. Eger Kurd tevlî operasyona Reqqayê nebin, em amade ne tevlî bibin'. Daxuyaniyê dide û dibêje, 'Lazim e Kurd tevlî van operasyonan nebin'. Ev daxuyaniyên Erdogan û AKP'yiyan, armancên wan jî radixin pêş çavan."
'DEWLETA TIRK DIXWAZE ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE'
Ehmed têkildarî gef û xeteriyeke din a dewleta Tirk li dijî Kurdan got, "Planên dewleta Tirk hene ku êrîşî Efrînê bike. Xuya ye dixwazin êrîş bikin. Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, çend roj berê li Reyhanliyê civînek hat lidarxistin û di vê civînê de plana êrîşa li dijî Efrînê hat amadekirin. Lewma xeterî li ser Efrînê heye. Li Efrînê zêdeyî mîlyonek mirov dijîn. Xeterî li ser van hemû mirovan e. Lazim e Efrîn xwe ji vê rewşê derxîne. Xwe ji nava vê xeteriyê derxîne. Bi vekirina rêyên vê yekê û dorfirehkirina xwe re Efrîn dikare xwe ji vê rewşê rizgar bike."
'JI BO DI NAVA ÇARESERIYA SIYASÎ DE CIH BIGIRIN, DIVÊ KURD GAVÊ PRATÎKÎ YÊ ŞÊNBER BAVÊJIN'
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed işaret bi gefên DAIŞ'ê, dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê yên li dijî Kurdan kir û got, "Kurd neçar in tevî gelên li vê herêmê xwe li dijî van hêzan biparêzin. Ji bo veger li sîstemeke navendî neyê kirin, pêwîste di sîstemeke demokratîk û nenavendî de israr bikin. Ji bo cih di nava çareseriya siyasî de bigirin, divê gavên pratîkî yên berbiçav bavêjin. Lazim e di gavên xwe de bi israr be. Ev gav; çûyîna Reqqayê, çûyîna Babê yan jî çûyîna ber bi Helebê ve be, çi dibe bila bibe divê gav werin avêtin. Ev gav wê cihgirtina di nava çareseriya siyasî de garantî bike. Hêzên ku vê naxwazin hene. Di serî de Tirkiye, ji ber vê yekê hewl dide pêşî li van gavan bigire. Di nava du sê mehan de hewldanek ji bo çareseriyê xuya nake. Di nava şeş mehan de dibe ku ji bo çareseriyê hin tişt derkevin holê."
'PROJEYA ME JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA GELEMPERIYA SÛRIYEYÊ YE'
Îlham Ehmed diyar kir, ji bo qebûlkirna projeya wan a Federasyona Bakurê Sûriyeyê ew ji aliyê dîplomatîk û siyasî ve di nava hewldanan de ne û got, "Em di hevdîtinan de vê yekê ji aliyên re vedibêjin û dixwazin bi rengekî fermî qebûl bikin. Qebûl nekin jî em li bendê ne ku daxuyaniyê bidin û balê bikişînin ser başî û girîngiya vê projeyê. Ev hewldaên me li DYA, Rûsya û li rejîmê dewam dikin. Yanî em hemû hêzên li ser herêmê, bi taybetî li ser Sûriyeyê bi bandor in re hevdîtinan dikin. Di vê çarçoveyê de nîqaşên me bi van hêzan re hene. Hewldanên me yên fermîkirinê didomin. Pirsgirêk ne tenê modela Bakurê Sûriyeyê ye. Wê jî derbas dike. Pirsgirêk pirsgirêka tevahiya Sûriyeyê ye. Em li çareseriyek ji bo tevahiya Sûriyeyê digerin. Di vî warî de dikevin nava hewldanan. Ji ber ku em xwedî projeyeke bi vî rengî ne. Em nexşerêya çareseriyê pêşkêş dikin. Hin hêz hene bi erênî berivê didin hewldanên me. Mînak; Rûsya bi erênî nêz dibe û bersivên erênî dide. Hin hêz û welatên din jî hene ku bi erênî dibînin. Ji ber ku sîstema me, ne sîstemeke were redkirin e."