Bi ser mala Wekîlê HDP’yî de girtin
Polîsên ku bi ser mala Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan de girt, diyar kirin ku îfadeya Aslan heye, ji ferdên malbatê pirsa Aslan kirin.
Polîsên ku bi ser mala Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan de girt, diyar kirin ku îfadeya Aslan heye, ji ferdên malbatê pirsa Aslan kirin.
Piştî rakirna destlênedayîna parlementeran û şûn de polîsên ku bi ser mala Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Alî Aslan de girtin û diyar kirin ku “Îfadeya” wî heye û ji ferdên malbatê pirsa Aslan kirin. Polîsên ku di saet 15:00’an de bi ser male de girtin, tevî ku ferdên malbatê anî ziman ku Aslan ne li male jî, polîsan bi israr pirsa ku li kûye kirin. Piştî ku bi bersiva girtî têr nebûn vê carê pirsa “Gelo li Enqerê ye yan jî li Êlihê ye” kir.
Hat diyarkirin ku li ser pirsa malbatê Aslan “Wê ji ber çi îfade” bide ji polîsan kir, bê bersiv polîs ji malê veqetiyan.