Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Li pêşberî êrîşên faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne. Tu bêdeng be, wê dor were te. Divê her kes bi vê zanibe. Bi bêdengiyê kes nikare li ber faşîzmê bisekine û weke mirovan bijî.
Kalkan, rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.
Kalkan di salvegera 18. a komploya navneteweyî de, berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd a li dijî komployê silav kir û şehîdên berxwedana 'hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî û minetdarî bibîr anî.
Kalkan da xuyakirin, ku ew ê di sala 19. de komploya navneteweyî bi temamî têk bibin, têkoşîna azadiyê û hebûna gelê Kurd mayînde bikin û got, "Weke gel û tevgerê em li ser vê bingehê dikevin sala 19'an. Têkoşîna me ya li dijî bermayînên komployê bi berfirehî dewam dike."
MÎNA KU ERDOGAN HÎTLER DIXWÎNE Û LI GORÎ WÎ TEVDIGERE
Kalkan bal kişand ser operasyonên AKP'ê yên ji bo bêdengkirina mûxalefetê û çapemeniyê û ev nirxandin kir:
"Ev rêbaz ji aliyê her dîktatorî û zîhniyeta faşîst ve tê bikaranîn. Tinekirina mûxalefetê û pêkanîna serdestiya xwe! Hîtler jî bi hilbijartinê hat ser desthilatdariyê, lê belê piştî ku bû desthilatdar ji bilî partiya xwe ya faşîst hemû partiyên din ên mûxalefetê qedexe kir, ji holê rakir. Ya herî girîng jî, ji bilî çapemeniya piştgiriyê didan wî, hemû navgînên din ên çapemeniyê bêdeng kir. Ya ku dîktatoriya Tayyîp Erdogan dike jî ev bi xwe ye. Ti cudahî di navbera pêkanînên wî û gurûhê Hîtler ê faşîst de nîne. Mîna ku Hîtler dixwîne û li gorî wî tevdigere. Ev rêbaz di heman demê de ji aliyê hêzên dixwazin Kurdan tine bikin jî, timî tê bikaranîn.
MÎNA PARTIYA HÎTLER, BI TENÊ PARTIYA ERDOGAN LI HOLÊ MA YE
Hewl hat dayîn, tevahiya mûxalefetê bê bêdengkirin. Partiyên siyasî ji holê hatin rakirin. Êdî kes nikare qala hebûna MHP û CHP'ê bike. Piştî ku darbeya Rewşa Awarte ya 20'ê Tîrmehê erê kirin, CHP û MHP ji holê rabûn. Li holê bi tenê partiyek maye. Ew jî mîna partiya Hîtler, partiya Tayyîp Erdogan e. Bi tenê AKP heye, ku weke partiyeke faşîst hewl dide dîktatoriyê ava bike. CHP a beriya 93 salan çi bû, AKP jî niha heman tişt e."
BI TENÊ ÇAPEMENIYA KURD MA BÛ, EW JÎ BI BIRYARNAMEYAN QEDEXE KIR
Kalkan diyar kir, bi navê mûxalefetê bi tenê HDP ma ye û got, "Wê jî bi rakirina destnedanan, desteserkirina şaredariyan û bi terora zextê dike ku nikaribe xwe bilivîne, deng derxîne. Mîna şûrê Demokles, gefa girtinê li HDP'yiyan dixwe. Di her kêliyê de dikarin wan tine bikin. Lewma bi tenê çapemenî li holê dimîne ku karibe pêkanînên dîktatorî yên faşîst kifş bike. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ji destpêkê ve li dijî çapemeniyê polîtîkayeke bi plan û taybet dimeşîne. Hewl dide çapemeniyê bi temamî bi dest bixe. Çapemeniya Fethûllahiyan bêdeng kir, koma Aydin Dogan jî bi zext û tawîzan kir, ku ji AKP'yiyan bêhtir bibe berdevkê faşîzma AKP'ê. Li holê bi tenê çapemeniya Kurd û hin organên weşan û çapemeniyê yên demokratîk man. Ew jî bi biryarnameyan bi temamî qedexe û tine kir."
ERDOGAN VEGUHERIYE REÎSEKÎ ÇETE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir, ku ev yek tê wê wateyê, êdî bi tenê dengek heye û şefek heye. Kalkan got, "Ji xwe Erdogan re dibêjin 'reîs'. Bêguman mîna reîsê mafya ye. Lewma gotina reîs di vî warî de xweş lê rûdinê. Reîsên mayfa-çete çi be, Tayyîp Erdogan jî veguheriye reîsekî bi vî rengî yê çete. Li ser vê bingehê komkujiyan dike. Li Tirkiyeyê dewlet nîne, hiqûq nîne, sîstemek nîne. Çeteya Tayyîp Erdogan heye. Ev çete rojane bi fermanên Tayyîp Erdogan dixebite. Dewlet, sîstem, hiqûq, her tişt ji holê rakir. Li Tirkiyeyê êdî şopa van jî nîne. Hin saziyan, ji bo nixumandina rûyê qirêj ê faşîzma AKP'ê, dihêlin. Naxwe ew sazî jî bêfonksiyon in. Li naverastê dîktatorek û rêxistinbûneke çete heye, ku fermanên vî dîktatorî bi cih tîne.
Li ser vê bingehê bi her awayî bêhiqûqî, bêexlaqî û bêqanûniyê dikin. Bi şev û roj komkujiyan dikin. Êrîşî Iraqê, Sûriyeyê dike. Li her cihî êrîşî gelê Kurd dike."
Kalkan anî ziman, ev komkujî di roja îro de jî bi dijwarî dewam dikin û got, "Dibêje ku ew ê hîn bêhtir komkujiyan bike. Ji bo ev hovîtî û komkujiyên dike veşartî bimînin û ji aliyê civakê ve neyên dîtin, çapemenî weşanê bêdeng dike. Li Tirkiyeyê qitekî demokrasiyê jî nemaye. Çima? Ji bo derewên wan eşkere nebe, komkujiyên faşîst neyên dîtin, civak zane nebe û nelirêtiya wan eşkere nebe."
TIRKIYE KETIYE NAVA PÊVAJOYEKE TARÎ
Dûran Kalkan da zanîn, ku Tirkiye ketiye nava pêvajoyeke xetere û tarî û wiha dewam kir: "Lazim e civaka Tirkiyeyê, rewşenbîr, şoreşger û demokrart vê rastiyê bibînin. Bêdengiya li pêşberî faşîzmê felaket e. Sekna ji hev parçebûyî ya li pêşberî faşîzmê, felaket e. Lewma berxwedan divê, hevgirin divê. Divê mirov dengê xwe bilind bikin û bi rengekî hevgirtî li dijî êrîşkariya faşîst li ber xwe bidin. Naxwe ev êrîşkarî wê her kesî bişewitîne. Faşîzm bi berxwedanê dikare were têkbirin.
Kalkan dirûşma "Bêdeng nemîne, naxwe wê dor were te" bibîr xist û got, "Pêwîste em vê ji bo Tirkiyeyê dubare bikin. Li pêşberî faşîzma AKP'ê eger tu dengê xwe dernexîne, wê dor were te. Lazim e her kes bi vê zanibe. Divê her kes bi vê zanibe. Bi bêdengiyê kes nikare li ber faşîzmê bisekine û weke mirovan bijî."
FAŞÎZM BI HEVGIRTIN Û BERXWEDANÊ TÊ TÊKBIRIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin, ku bi hevgirtin, rêxistinbûn û berxwedanê re faşîzm dikare were têkbirin û hilweşandin. Kalkan got, "Eger li cihekî faşîzm hebe, lazim e li dijî wê berxwedaneke demokratîk a leheng jî hebe. Pêwîstiya Tirkiyeyê niha bi berxwedaneke bi vî rengî ya demokratîk heye. Yekane hêza ku hebûn û siberoja Tirkiyeyê destnîşan bike, ev berxwedan e."
YA KU FRANSA DIKE, RÛREŞÎ YE
Li ser girtina Med Nûçe û Newroz TV ji aliyê şîrketa Eutelsat a Fransayê, Kalkan ev nirxandin kir: "Ev yek rûreşî ye. Qaşo li Fransayê rêveberiyeke 'sosyalîst' heye. Xwe bi çepgirî pênase dike. Di şerê li dijî DAIŞ'ê de qaşo pêşengiyê dike. Dema Kurd li dijî DAIŞ'ê şer dike, pesnê wan dide. Şervanên YPG/YPJ'ê birin qesra Elysee. Ji her kesî hebû, ku Fransa bi rastî jî siyaseteke demokratîk û azadîparêz dimeşîne, siyaseta xwe ya li ser Kurdan diguherîne û şaşitiya di Lozanê de li dijî Kurdan kir, diguherîne. Derket holê ku ev hemû ne rast in û siyaseta Fransayê ji bo berjewendiyên rojane ye. Xuya ye hemû ji bo berjewendiyên rojane û rehetkirina dilê raya giştî ya Fransayê bû."
BILA FRANSA EŞKERE BIKE, DI BERDÊLA MED NÛÇE DE ÇI TAWÎZ JI AKP'Ê GIRT?
Kalkan diyar kir, Fransa di berdêla tawîzên ji AKP'ê standiye vê dike û got, "Bila eşkere bikin: Di berdêla girtina Med Nûçe de rêveberiya Fransayê kîjan tawîz ji AKP'ê stand? Çend îhale qezenç kir? Berjewendiyeke çawa ya madî bi dest xist? Ya rast, erk û wezîfeya çapemenî û hêzên siyasî yên demokratîk, deşîfrekirina vê bazariya qirêj e."
SIBE: REWŞA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA LI KURDISTAN, TIRKIYE Û ROJHILATA NAVÎN