KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di bombekirina Şêx Meqsûdê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di bombekirina Şêx Meqsûdê de ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk kirin, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku ji van 2 zarok in û 4 kes jî birîndar bûn. -
Wekîlên Iraqî û Başûrî: Dewleta Tirk dixwaze Iraqê parçe bike
Wekîlên parlamentoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser dagirkirina dewleta Tirk a Mûsilê nerazîbûn nîşan dan, xwestin ku derhal dewleta Tirk ji Mûsilê derkeve. -
Çete Şêx Meqsûdê bombe dikin
Çeteyên dewleta Tirk bi awayekî giran Taxa Şêx Meqsûdê bombe dikin. -
Di navbera DYA û Rûsya de krîza hackeran
Di navbera Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û Rûsya de piştî mijara Sûriyeyê niha jî tewanbarkirinên mîna bi korsanî dizîtina agahiyên partiyên siyasî û sîstema hilbijartinê di rojevê de ye. -
Çalakiya Yenîbosnayê TAK’ê girt ser xwe
Çalakiya li Yenîbosnayê ya Stenbolê TAK’ê girt ser xwe. TAK’ê wiha got, ‘’Çalakiya me li dijî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê ye’’ -
Ji bo îfadeyê bidin bang li 6 wekîlên HDP’ê kirin
Bang li wekîlên HDP’ê kirin da ku îfadeyê bidin. -
Gerîlayê HPG’ê Şahîn hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Hatîp Şahîn (Cesûr Serhat) li warê xwe bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin. -
‘Her kî tevlî operasyonan bibe di hedefa me de ne’!
Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê wiha got, ‘’Bi awayekî berbiçav hêzên me yên gerîla ên li qada Zagrosê her kî tevlî operasyonan bibe wê weke leşker û kontra bibîne û li wan bixe.’’ -
HPG: 25 leşker hatin kuştin, helîkopterkî Skorsky jî hate derbkirin
Di çalakiyên HPG/YJA-Star ku li dar xistin de li gorî ku hate zelalkirin 25 leşker hatin kuştin, helîkopterekî Skorsky jî hate derbkirin. -
Gerîlayê HPG’ê Firat hate oxirkirin: Serê me bilinde!
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Firat Arslan (Cegerxwîn Nisêbîn) li Nisêbîna hate definkirin.Di merasîmê de dayîka Firat axivî û wiha got: "Serê me bilinde, em bi rûmet in. -
Çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên kîmyewî êrîşî gundên Şehbayê dikin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên kîmyewî êrîşî gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ên Şehbayê dikin. -
Fermandarê heta ku lûleya çekê heliyayî li ber xwe da: Emîn Erkendî
Fermandar Emîn Erkendî di dema şerê Helince yê 15’ê Îlonê de bi bêtêlê ji hevalên xwe re digot, ‘’Ji çavê xwe bawer nakim, bi rojan e bênavber em şer dikin û êdî lûleya çeka min heliya’’ û piştre şehîd bû. -
Însiyatîfa Gel: Ji bo protestokirina komployê em dakevin qadan
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi boneya 18. salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dakevin qadan, bi her cure çalakî û aktîvîteyan vê rojê lenet bikin, li dor Rêber Apo kîlît bibin. -
Ji bo azadiya Ocalan li Koleja SOAS’ê panel
Li Koleja SOAS a li paytext Londonê, panelek têkîldarî azadiya Ocalan û komploya navneteweyî hate lidarxistin. -
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek hate tehliyekirin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek di rûniştina yekemîn de hate tehliyekirin. -
Parlamenterê Iraqê: Li Iraqê PKK’e legal, Tirkiye îllegal e
Parlamenterê Iraqê Mihemmed Osman got; “Hêza leşkerî ya Tirkiyeyê di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de nehat. Bi daxwaza partî û kesekî hat. Hêzeke ku tevgera wê ne li gor destûra bingehîn be dagirker e. PKK’e li gor destûra bingehîn li vir e.” -
Kulter, bê çawa ji destê tîmên taybet ên Tirk rizgar bû vegot
Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku bi mehan e agahî jê nayê girtin, got ji destê tîmên taybet ên Tirk ku dixwestin wî înfaz bikin, reviya û xwe gihand bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê. -
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Li dijî Bêedaletiyê tu jî îmze bike!
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku piştî Rewşa Awarte li dijî rêveber û hilbijartiyên berê yên DBP’î pêla binçavkirin û girtinê hatiye destpêkirin. -
Hûrşît Kulter li Kerkûkê ye
Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku ji 27’ê Gulanê ve agahî jê nayê girtin, li Kerkûkê ye. -
Ok: ‘Hedef di serî de Kurd û berxwedana gelê Kurd e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku çalakiyên radîkal dikare rê li pêşiya zext û zordariyan bigire û got; “Divê her kes xwedî li deng û rûmeta xwe derkeve. ” -
Paramaz Kizilbaş li Kobanê hate bibîranîn
Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat Agirnasli) di 2’yemîn salvegera şehadetê de li ber gora wî ya li Kobanê hate bibîranîn. -
‘Heta azadiya Rêber Apo şer!’
Gerîlayan tecrîda li ser Ocalan nirxandin, peyam dan ku “heta azadiya Rêber Apo wê şer bidomînin.” Gerîlayên HPG’ê bal kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, li ser gelê Kurd pêk tê, gotin; “Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye.” -
Artêşa Tirk zarokekî Rojavayî qetil kir
Leşkerên Tirk zarokekî ku dixwest ji Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe qetil kir. -
Li Qendîlê balafirek şer hate xistin
Danê êvarî saet ji 18.51’an û vir ve balafirên şer ên Tirk herêma Qendîlê bombe dikin. Hate îdîakirin ku ji van 1 balafira şer a F-16 hatiye xistin. -
Li Payîzavayê teqîn: Leşkerek mir
Li nêzî Taxa Yalinca ya girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqînê rû da. Di encama teqînê de herî kêm leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn.