Di navbera DYA û Rûsya de krîza hackeran
Di navbera Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û Rûsya de piştî mijara Sûriyeyê niha jî tewanbarkirinên mîna bi korsanî dizîtina agahiyên partiyên siyasî û sîstema hilbijartinê di rojevê de ye.
Di navbera Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û Rûsya de piştî mijara Sûriyeyê niha jî tewanbarkirinên mîna bi korsanî dizîtina agahiyên partiyên siyasî û sîstema hilbijartinê di rojevê de ye.
DYA, rêveberiya Rûs sûcdar dike ku bi gelek organîzasyonên siyasî re daneyên sîstema hilbijartinan dizîne, Rûsya jî ev îdîayan derewand.
Di daxuyaniya hevpar de ku Wezareta Karên Hundir a Amerîka û yekîneyên sîxuriyê dan, hate gotin ku ‘bi hackkirina ku tê gotin Rûsya kiriye û dizîtiya sîber ve’ dixwaze pêvajoya hilbijartinan bandor bike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ‘DYA wê berjewendiyên xwe yên li qada sîber biparêze’, ji bo bersiva ku wê bidin Rûsyayê jî îfadeyên ‘wê cih û dem bê hilbijartin’ hatin bikaranîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku wê Barack Obama biryara xwe ya Rûsyayê bi awayekî dizî diyar bike, wiha hate gotin; “Di her halî de ne mimkûn e ku gel ji biryarên ku me girtî an jî em ê bigirin agahdar bibe.”
Kremlînê jî tewanbariyên li ser Rûsyayê derewandin, sûcdarkirinên heman hatin kirin. Di daxuyaniya Demokrat Partî de hatibû gotin ku xebatên hacker çavkaniya xwe li Rûsya ye û Rûsya ji bo serkeftina namzetê Komarperez Donald Trûmp ketiye nav hewldanan.
Di nav tewanbariyan de ku rêveberiya DYA duh kirin, tê gotin ku hikûmetê Rûsyayê emailên di malperên mîna DCLeaks.com, Wikileaks û Guccier 2.0 de daye dizîtin.
Her çiqasî têkîldarî hewldana hackkirina sîstema hilbijartina Amerîkayê der heqê Rûsyayê de sûcek teqez nîn be jî, tewanbarî tên çêkirin ku îhtîmalek mezin ev hewldan ji serverên Rûsan hatine.