Fermandarê heta ku lûleya çekê heliyayî li ber xwe da: Emîn Erkendî
Fermandar Emîn Erkendî di dema şerê Helince yê 15’ê Îlonê de bi bêtêlê ji hevalên xwe re digot, ‘’Ji çavê xwe bawer nakim, bi rojan e bênavber em şer dikin û êdî lûleya çeka min heliya’’ û piştre şehîd bû.
SEDAT SÜR
KOBANÊ
în, 7 kewçêrê 2016, 13:07
Emîn Erkendî (Hasan Beyna) 1997’an li Berwarî ya Sêrtê ji diya xwe bû. Erkendî hê di 16 saliya xwe de, 1993’an tevlî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe û bi salan li çiyayên Kurdistanê şerê azadiyê dike. Erkendî 2008’an derbasî Kobanê dibe û ji bo amadekirina avaniya Şoreşa Rojava û pêkhatine wê dibe xweyî ristekî pêşeng. Erkendî ku yek ji pêşengê şoreşê bû, li Rojava û Kobanê di pêkanîna sîstema leşkerî de xweyî risteke diyarker û di nav damazirînerê sîstema leşkerî ya YXK’ê de cihê xwe digire. Erkendî bû yek ji damezirînerê pergala leşkerî ku piştre wê bibûya YPG.’’
3 ENÎ BI RÊ VE DIBIRIN
Erkendî ku di avakirina leşkerî û civakî ya Kobanê û Rojava de cih girtî û di her qonaxa şoreşê de, li Kobanê ya ku di bin dorpêçê de, bi ked û helwesta xwe ya tirsnezan û dilnizmiya xwe pêşengti ji têkoşîna dijî DAIŞ’ê re kir.
Li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku payiza 2013’an û bihara 2014’an êrîşên xwe yên bi ser Kobanê de giran kiribûn, Erkendî yê ku bi taybetî li eniya başûr koordîneya berxwedanê dikir, xeta Şîrîn û Çelebî ku di şertên asayî de diviya 3 kesan bi rê ve bibirana, ji ber sedema bêderfetî û kêmbûna hijmara çekdaran bi tena serê xwe bi rê ve dibir. Erkendî bi baweriya ku dayî şervanên nû û di her şerî de ji bo kul i eniya pêş şer dikir, bû xweyî ristekî girîng ku vê qadê ji çeteyên DAIŞ’ê re bike dojeh.
FERMANDARÊ HEMÛ ENIYAN
Erkendî tenê li eniya xwe şer nedikir, li kîjan eniya Kobanê êrîşek hebûya diçû wir û li dijî êrîşan şer dikir. Li eniya rojhilat an jî rojava êrîşek hebûya, şervanên YPG/YPJ’ê Erkendî û şervanên ku ji hêla wî ve dihatin birêvebirin li cem xwe didîtin. Hebûna Emîn Erkendî li Kobanê li her deverê dihate hîskirin, ji bo şervanên nû dibû modêleke berbiçav a şer û jiyanê.
LI HER QADÊ BÛ
Taybetmendiyeke dî ya Erkendî ew bû ku tenê bi xebatên leşkerî qîma xwe nedianî. Erkendî ji hêlekê ve dema ku sîstema leşkerî pêk dianî, ji hêla din ve jî di nav xebatên avakirina civakî û ronakîkirinê de bi awayekî çalak cih digirt. Erkendî yê ku bi rûkeniya xwe bi kêşeyên gelê Kobanê re mijûl dibû, bi helwesta xwe ya biryardar û pratîzekirina her gotina xwe bûbû kana baweriyê ji gelê Kobanê re. Erkendî xweyî roleke girîng bû ku ciwanên Kobanê ref bi ref tevlî nav YPG’ê bûn.
‘BÛ GIYANÊ BERXWEDANA HEZÎRANÊ’
Erkendî di tevahiya êrîşên Hezîranê de ku êrîşa herî berfireh a bi ser Kobanê de bû, hema hema hemû enî koordîne dikir, ji fermandara YPJ’ê Engîzek Nurhak têkildarî Erkendî wiha digot, ‘’Fermandar Emîn bû giyanê berxwedana Hezîranê. Em hemû bi rê ve dibirin, em gelek tişt ji wî hîn bûn û me ji wî dît. Bi fermandar Emîn re li gelek qadan xebitîm, ez dikarim bibêjim Fermandar Emîn xwedî 13 taybetmendiyan bûn ku diviya bi fermandaran re hebûna ku Rêbertî behsa wan dikir. Bi taybetmendiyên xwe yên îdeolojîk, rêxistinî, leşkerî, mijarên civakî de, bi hemû taybenmendiyên xwe, kesayatiyeke wiha bû ku hem civak û hem jî şervan digihandin, rêve dibir û berê wan dida şoreşê.’’
‘HEVAL HATINE DORPÊÇKIRIN EZ Ê ÇAWA RAKEVIM’
Piştî êrîşa Hezîranê ya DAIŞ’ê, dema ku şer li gundê Evdiko, eniya rojhilat giran bû, fermandarê eniya rojhilat bi bêtêlê teqwiya ji bo eniya başûr dixwest ku hê êrîş bi ser wir de giran nebûbûn. Vê navberê fermandara YPJ’ê Engîzek Nurhak ku bi fermandarê eniya rojhilat re bi bêtêlê re diaxivî, bêyî ku agahiyê bide fermandar Erkendî ku nexweş bû û serûm lê dabûn, ji bo teqwiyeyê komek amade dikir. Nurhak diyar kir, Erkendî ku ji bêtêlê pêhisiya destek hatiye xwestin, serûma xwe davêje û diçe ser koma xwe û wiha dibêje, ‘’Dema ku min ji Fermandar Emîn re got, ‘heval Emîn tu çima rabûyî, tu nexweş î’’ li min zîvirî û got, ‘Heval dema ku heval hatine dorpêçkirin ez ê çawa rakevim’’ Hîsên xwe yên vê demê nikarim bînim ser zimên.’’
‘JI BO JINAN BI NÊZÎKATIYA XWE MÎNAKEK BÛ’
Engîzek Nurhak diyar dike, fermandar Erkendî bi nêzîkatiya xwe ya li hevreyên xwe yên jin û di rêxistinkirina wan de mînakek bû. Nurhak diyar dike, Erkendî xebata hevpar a bi jinan re ji xwe re esas ditît û Erkendî li şûn ku weke rêveberê wan xuya bike û weke alîkarê wan, bi wan re di nav xebata hevpar de bû. Nurhak têkildarî nêzîkatiya hevrêyên xw yên jin ê fermandar Erkendî jî wiha dibêje, ‘’Civînên me fermandar Emîn bi rê ve dibir, ez alîkarê wî bûm lê rojekê beriya civînê li min zîvirî û got, ‘êdî van civînan divê tu bi rê ve bibî, keda hevalên jin pir zêde ye û divê hûn li keda xwe xwedî derbikevin’ û kir ku ez civînê bi rê ve bibim. Ji bo pêşketina jinê ked û hewldaneke wî ya pir hebû.’’
‘NE FERMANDARÊ RAYEYÊ LE YÊ HEZKIRINÊ BÛ’
Nurhak dibêje, fermandar Erkendî di nav şervanan de ne bi rayeya xwe, bi hezkirin, ked û helwesta xwe ya hevrêtiyê hatiye nasîn û bandoreke wî ya zêde ya manewî hebûye. Bi berdewamî, ‘’Fermandar Emîn fermandarekî wiha bû ku bi ne rayeya xwe, bi hezkirina xwe fermandarî dikir, ne fermandarê rayeyê lê yê hezkirinê bû.’’ Nurhak diyar kir, ji bo fermandar Emîn beriya fermandariyê hevrêtiyeke mînak esas bû û Erkendî bi şervanên xwe re têkiliyeke hevrêtiyê datanî û fermandariya xwe wiha dikir.
Yek ji xeyala herî mezin a Erkendî ew bû ku azadbûna Rojava bibîne. Dema ku bi şervanan re civat digerand, digot, ‘’Ez beriya ku azadbûna Rojava bibînim, naxwazim şehîd bibim. Xeyala min ew e ku ez azadbûna tevahiya Rojava bibînim.’’
Fermandar Emîn li Rojava û Kobanê şervan û fermandarê her mewziyê, her eniyê yê qeyîm bû. Karê wî berxwedan, moraldayina hevalan, û li her mewziyê li pêş bûn bû. Heke li deverekê fermandar Emîn hebûya li wir valahî çênedibû, paşveçûn çênedibû tenê berxwedan hebû û heta dawiyê parastina mewziyê. Emîn Erkendî berxwedan, ked û fedekarî li her bihosta axa Kobanê çand û di dilê hevrêyên xwe de jî hezkirin û pêgirîbûna bêdudilî. Bû rênîşandêrê gelê Kobanê û keleha baweriyê.
HETA KU LÛLEYA HELIYA...
Ji bo fermandar Erkendî ku rêxistvanên Şoreşa Rojava, pêşengê wê û di her qonaxê de xwedî ked bû, rojên ku bi êrîşên 15’ê Îlonê re dest pê kirin rojên herî dijwar ên şoreşê bûn. Erkendî ku êrîşa 15’ê Îlonê li eniya başûr pêşwazî kirî, weke her carê bi şervanên xwe re heta dawiyê mewziya xwe parast. Erkendî ku li eniya başûr li her deverê li ber xwe da, di her mewziyê de şer kir, 15 rojên pêşî yên berxwedanê hema bibêje bêyî ku raze, bi şev û roj fermandarî ji şervanên xwe re kir. Fermdanra Erkendî ku li dijî çekên giran û teknîka pêşketî ya çeteyên DAIŞ’ê bi hostatîyekê taktîka vekişînê pêk dianî, ber bi rojên dawiyê yên Îlonê re ,çûbû gundê Helincê yê li başûrê rojhilat ê Kobanê ku li quntarên girê Miştenûrê dima. Ji vir û pê de êdî çeteyên DAIŞ’ê wê biketana nav bajêr û bi temamî Girê Miştenûrê dorpêç bikirana. Fermandar Erkendî êdî li vir dibû efsaneyek. Çeteyên DAIŞ’ê şaşo maşo bûbûn. Hindek şervanên Burkan El Firat ku wê demê li pişt Erkendî diman, bi heyranî seyr dikirin bê ka fermandar Erkendî çawa bi tena serê xwe gundek li dijî çeteyên DAIŞ’ê diparast.
Fermandar Erkendî di van kêliyan de bi fermandar Meryem Kobanê re bi bêtêlê têkiliyê datîne û wiha dibêje, ‘’ Heval Meryem ev bi rojan e bêyî ku em rawestin em li ber xwe didin. Êdî nema dikarim çeka xwe bixebitînim, lûleya çeka min heliya. Min ev tişt nedîtibû, bêxewî, westan li hêlekê, ez êdî nema dikarim çeka xwe bixebitînim.ç’’
Pêşengê Şoreşa Rojava, kedkarê wê, fermandarê dilnizm Emîn Erkendî piştî vê têkiliya bêtêlê 1’ê Cotmehê li gundê Hêlincê ku êdî lûleya çeka wî ji ber helandinê nema dikarîbû gule bavêje, bi fedaî, bi lehengî şehîd bû.
JI BO GELÊ KOBANÊ ROJA ŞÎNÊ
Erkendî ku di amadekirina şoreşê de, pêxisitina çirûska pêşî de li herî pêş bû, ji bo gelê Kobanê derbirîneke wiha bû ku hemû taybetmendiyên şoreşê di xwe de vedihewand. Gelê Kobanê ku di şexsê Erkendî de her roj baweriya wan bi şoreşê mezintir dibû, bi şehîdbûna Erkendî pir xemgîn bû û şîna wî girt.
Piştî azadbûna Kobanê navê Emîn Erkendî li eniya başûr ku fermandariya wê dikir tim hate jiyîn. Navê Emîn Erkendî dane biryargeha eniya başûr û ji bo bîranîna wî hemû niqteyên li eniya başûr a çeteyên DAIŞ’ê hatine tunekirin.’’