Kulter, bê çawa ji destê tîmên taybet ên Tirk rizgar bû vegot
Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku bi mehan e agahî jê nayê girtin, got ji destê tîmên taybet ên Tirk ku dixwestin wî înfaz bikin, reviya û xwe gihand bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê.
ANF
KERKÛK
în, 7 kewçêrê 2016, 09:50
Rêveberê Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Şirnexê Hûrşît Kulter ê ku ji 27’ê Gulana 2016’an û vir ve agahî jê nedihat girtin, têkîldarî bûyerên ku bi serê wî de hatiye îro li Kerkûkê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Kulter ji raya giştî ya ku têkîldarî aqûbeta wî têdikoşiya spasiyên xwe pêşkêş kir, got; “Ji ber ji bo vê daxuyaniyê ewqasî dereng mam, di serî de yên ji bo min têkoşiyane, ji her kesî lêborînê dixwazim. Lê divê bê zanîn ku cara yekem min derfetê daxuyaniyek bi vî awayî dît. Ji ber şertên min ê ewlehiyê ne li gor daxuyaniyê bû. “
27’Ê GULANÊ HATIM BINÇAVKIRIN
Kulter ragihand ku dema berxwedana xwerêveberiyê, 27’ê Gulanê hatiye binçavkirin, nêzî 13 rojan binçavî maye û wiha dewam kir; “Domahiya 13 rojan li jêrzemînekê hatim girtin. Bi awayekî zêde êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk li min kirin. Lê, her tim sîxurî ferz dikirin. Xwestin li dijî berxwedana xwerêveberiyê daxuyaniyê bidim. Bi taybet jî tîmên taybet vê dikirin û dema binçavî jî bûm tîmên taybet ên min li gel xwe digirtin her tim behsa înfazkirina min dikirin. Carîna di nav xwe de, digotin piştî me daxwazên xwe jê girtin em vî bikujin.”
EGER NERAZÎBÛNA GEL TINEBÛYA WÊ MIN BIKUŞTANA
Kulter destnîşan kir ku bi saya nerazîbûnên gel di bin çavan de nehatiye înfazkirin, wiha axivî; “Ji hev re digotin, ‘Niha hinekû bûye rojev. Em piçekî bisekinin, jixwe wê bertek kêm bibin, wê demê em ê bikujin.’ Min jî van axaftinan seh dikirin.”
Hûrşît Kulter ragihand ku dema ji jêrzemînê ew derxistina qatê jor ê avahiyê, li rêkên revê geriyaye û dema firsend dîtiye jî reviyaye, wiha dewam kir; “Piştî ji avahiyê derketim ferq kirin ku reviyame. Xwestin ji pişt ve li min bidin an jî bigirin. Lê, ez revîm. Min xwe di nav bajêr de veşart. Min xwest xwe bigihînim malbat an jî çapemeniyê, lê derfet nebûn. Nêzî 40-45 rojan min xwe di malên valabûyî de veşart. Piştre rastî berxwedêrên bajêr hatim û ji bajêr derketim. Piştî derketim jî bi alîkariya hinan, nêzî 2 mehan min xwe gihand vir. Ji bo ewlehiya kesên ku alîkariya min kirine, naxwazim agahiyên wan parve bikim. Piştî hatim vir jî min ji ti kesî re nasnameya xwe negot. Piştî min ewlehiya xwe saxlem kir, daxuyaniya çapemeniyê didim.”
‘JI HER KESÊN KU JI BO MIN TÊKOŞIYANE SPASIYÊN XWE PÊŞKÊŞ DIKIM’
Kulter, spasiyên xwe ji bo gel, sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî yên ji bo wî têkoşiyaye ragihand û wiha pê de çû; “Di serî de Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û ji bo her kesên ku têkîldarî aqûbeta min têkoşiyane spasiyên xwe radigihînim.” Eger îro sax bim, teqez bi saya van têkoşeran e.”
‘EZ Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIM’
Kulter destnîşan kir ku wek heta niha wê ji îro û şûn de jî têkoşîna xwe bidomîne, diyar kir ku ji ber wek pêdiviyek exlaqî pêwîstî bi daxuyaniyekê ditiye, wê piştre jî dema pêwîst bû agahiyên hê berfirehtir bide.