Gerîlayê HPG’ê Şahîn hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Hatîp Şahîn (Cesûr Serhat) li warê xwe bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Gerîlayê HPG’ê Hatîp Şahîn (Cesûr Serhat) li warê xwe bi merasîmekê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hatîp Şahîn (Cesur Serhat) ê li çoltera gundê Agveran a navçeya Xozatê ya Dersimê jiyana xwe ji dest dabû li Taxa Qerehîsarê ya Serava Wanê hat definkirin.
Cenazeyê Şahîn ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û anîn mizgefta taxê. Piştre cenaze li goristana taxê bi duayan hat definkirin,
Ji bo Şahîn li mala malbata wî konê şînê hate danîn.