Ok: ‘Hedef di serî de Kurd û berxwedana gelê Kurd e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku çalakiyên radîkal dikare rê li pêşiya zext û zordariyan bigire û got; “Divê her kes xwedî li deng û rûmeta xwe derkeve. ”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku çalakiyên radîkal dikare rê li pêşiya zext û zordariyan bigire û got; “Divê her kes xwedî li deng û rûmeta xwe derkeve. ”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk TV de pirsên rojnameger M. Emîn Yildirim bersivand.
Di van demên dawî de zextên pir dijwar li ser çapemeniya Kurd hene. Destpêkê 12 qenal û 11 radyo hatin girtin. Herî dawî Med Nûçe û ÎMC TV jî hatin girtin. Bi van zextan dixwazin çi bikin û ev nîşaneya çi ye?
Ji demekê vir ve li ser hêzên demokratîk taybet jî li ser gelê Kurd bêguman bi her şêwazî dîktatoriya AKP’ê heye. Herî dawî piştî 15’ê Tîrmehê darbe ji xwe re kirin wesîle û darbeya esas AKP’ê xwest bike û dike jî. Bi her şêwazî diçe ser hêzên demokratîk. Herî dawî jî çapemenî, rewşenbîr, akademîsyen ji xwe re kirin hedef. Dada wan ti biryar nedaye, ti bingehê vê yê hiqûqî tune, lê li hemberî AKP’ê kî muxalefetê bike û dengekî cuda derxe, AKP dixwaze dengê wan qut bike, tasfiye bike, tune bike. Li ser vî esasî êrîş hene. 12 qenal û radyo bi hukmê zorê hatin girtin. Bi biryara AKP’ê û Erdogan. Qenala ÎMC hat girtin. ÎMC qenaleke muxalîf e, demokratîk e. Weşaneke azad dike. Wexta mirov li ragihandin û giştî çapemeniya Tirkiyê mêze dike yên dengê hêzên demokratîk û azadîxwaz ji raya giştî re parve dike weke dengekî muxalîf yek jî ÎMC bû. ÎMC ji bo vê ne bi biryara dadê hema ji jor ve weke fermanê hat girtin. Wexta mirov mêze dike Qenal 10 weşana pirsgirêk û mafên Elewiyan, xebatên Elewiyan dike. Qenaleke demokratîk, pir xwezayî û weşaneke normal pêk dianî. Çima ku desthilatiya AKP’ê li dijî Elewiyan e û jixwe Erdogan mezhebeke sunî û Nexşîbendî ji xwe re esas digire? Ji bo vê Qenala 10 jî girtin. Mesela Hayat TV, ev jî dengê karkeran, zêdetir sendîka û kedkaran dianî ziman. Hîn jî balkêş ya zarokan jî girtin. Li cîhanê mînakek wisa tune. Qenaleke weke ya zarokan jî girtin. Jixwe dewleta Tirkiyê ti mafên gelê Kurd yên zarokên gelê Kurd qebûl nake û hemû red dike, asîmîlasyon bi her awayî pêş dixîne. Li hemberî vê gelê Kurd qenaleke zarokan ji xwe re vekirine. Zarokan filmê karton temaşa dikirin û zimanê xwe fêr dibin. AKP tehamûl nekir ev qenal jî girt. Her wiha qenalên cuda cuda hene.
GIRTINA TELEVIZYON Û RADYOYAN ZIHNIYETA FAŞÎZMÊ YE
Ev bi temamî dîktatoriyek e û zextek e, nahêlin dengekî cuda li hemberî dîktatoriya wan derkeve. Ji vê ditirsin, har dibin û zextê dikin. Di têkoşîna gelê Kurd de tê zanîn car caran rojname û rojnameger hatin girtin. Ev çi tîne bîra me. Wexta ku komkujî hîn zêdetir pêş bixe, muxalîfan yek bi yek tasfiye bike û bavêje zindanê û bi suîqestê tune bike. Bi zexteke hovane biçe ser serhildanên gel. Destpêkê çawa bike ku dengê hêzên berxwedan û yên muxalîf bigire, qut bike ku bikaribe hîn bi rehetî êrîş û zextan li ser hêzên li ber xwe didin û gelê Kurd û azadîxwaz pêş bixe. Ji ber vê li ser van mijaran tê zanîn ku dewleta Tirkiyê bazariya xwe dike. Mesela pir rojname ku hejmara wan ez nizanim hatin girtin. Avahiyên wan teqandin û komkujî pêş xistin. Bi dehan rojnameger şehîd kirin û revandin, bi kiryarên nediyar qetilkirin. Dîsa mirov li dîrokê mêze bike Med TV, Medya TV, Roj TV û gelek televîzyon girtin. Wexta mijar dibe muxalîf taybet jî ya gelê Kurd, dewleta Tirkiyê her tiştê xwe dike mijara muzakereyê û çi namîne ku nefroşe û ti tawîz tune ku nede ji bo dengê gelê Kurd qut bike. Îro dîsa wisa kirin. Mesela Med Nûçe weke weşaneke azad û serbixwe dengê gelê Kurd û hêzên muxalîf yên şoreşger, sosyalîst bûn, li hemberî dîktatoriya AKP’ê weşan dikir. Bi nûçeyên rast û objektîf raya giştî agahdar dikir. AKP dîsa bi xwediyê şîrketê re ket nava bazarê. Em bawerin dîsa tawîz dan û Med Nûçe jî girtin. Mirov çi encam ji vê dikare derxe. Diyar e ku AKP di şerê qirêj de hîn israr dike û ev şer ew ê hîn dijwar bibe. Ne tenê gelê Kurd, kî û çi hêz li hemberî AKP’ê û Erdogan xwedî têkoşîn be, dîktator û desthilatiya wan qebûl neke û serê xwe ji wan re netewîne, li ber xwe bide, mafên xwe biparêze, xwe bi rêxistin bike, perwerde bike, zana bike, rexne bike hemû hedefên AKP’ê û Erdogan in. Jixwe zihniyeta faşîzmê wisa ye. Taybet jî diyar e ku stratejiyek heye. Jixwe serokwezîrê wan û Erdogan dubare dubare anîne ziman. Hertim dibêjin em ê PKK’ê tune bikin, tasfiye bikin, temenê wan kêm ma, em ê derbeyê hîn mezin li wan bixin. Di bin van axaftinên wan de hesabên komkujî û hovîtî hene. Naxwazin ev berxwedan û hovîtiya wan ji cîhanê û raya giştî re bê parvekirin. Yek dest, yek qenal û yek deng ev hemû şerê taybet, komkujî, zext li ser gelê Kurd û şoreşgeran pêk bînin û tenê ew û alîgirên wan weşanê bikin. Stratejiyek wisa heye. Lê ev ne tiştekî nû ye. Di dîroka têkoşîna me de tiştên wisa kirine. Pir caran gotin. Tansû Çîller jî digot navên kesên ji PKK’ê re dibin alîkar, lîsteya wan di bêrîka me de ye. Yek û yek em ê wan tasfiye bikin. Bi rastî pir suîqest û kiryarên nediyar pêkanîn. Lê encam negirtin, tevger hîn xurt bû, gelê Kurd xwe hîn perwerde kir û bû xwedî rêxistin. AKP û Erdogan jî ne mimkûn e bi van tiştan encamê bigirin. Lê dîktatorî wisa ye, dibêje em rast in, me çi got pêwîst e wisa be. Kî ji wan re serî netewîne muxalîf e, dijmin e pêwîst e bê tunekirin. Bêguman hedef di serî de gelê Kurd e û berxwedana gelê Kurd e, hêzên demokratîk û sosyalîst in. Zexta li ser çapemeniyê ji bo vê ye.
6-7-8’Ê COTMEHÊ SERHILDANEK RADÎKAL BÛ
Îro destpêka salvegera bûyerên 6-7-8 Cotmehê ye. Gelê Kurd wê demê ji bo Kobanê li her derê rabû ser xwe, taybet li bakurê Kurdistanê. Di roja îro de zext û zordariya li ser gelê Kurd ne kêmî yên dema Kobanê ne. Di vê demê de sekn û helwesteke weke ya 6-7-8 Cotmehê ne pêwîst e?
Esas her roj ji bo berxwedana 6-7-8 Cotmeha 2014’an pêwîst e. Taybetmendiyek wan rojan hebû. Kobanê di rojevê de bû. Dîsa bi alîkariya dewleta Tirkiyê, AKP û Erdogan DAÎŞ pir bi hovane êrîş dibir ser Kobanê. Kobanê têkoşîn û berxwedanek man û nemanê dida. Rûmeta mirovahiyê diparast. Yan di kesayeta berxwedana Kobanê de mirovahî ew ê winda bikira yan jî li hemberî dewleta Tirk a dagirker û DAÎŞ’ê ev berxwedan ew ê bi ser biketa û encam bigirta. Ji bo vê ruhekî fedayî, berxwedanek xurt û dijwar pêwîst bû. Gelê me, YPG û YPJ dîsa bi alîkariya HPG’ê û gelê Kurd hêz û îradeya xwe kir yek û li ber xwe da. Wexta rewşa Kobanê xeter bû milê Bakurê Kurdistanê bêguman ew ê bêdeng nebûya, ev ne mimkûn bû. Rojane operasyonên dewleta Tirkiyê hem li Bakurê Kurdistanê hem li ser Kobanê pêş diket, li ber çavan bû. Sînor ji DAÎŞ’ê re vedikir, perwerde dikir, çek dida wan û dişand ser gelê kurd. Dema li Bakur li hemberî ev êrîşên hovane gelê me li ber xwe dida, li ser wan jî operasyon pêş dixist. Êdî hat nuqteyekê, dibêjin ya êdî bes e. Bangawaziya Rêber Apo jî hebû, ev girîng bû. Wexta bangawaziya Rêber Apo û xeteriya Kobanê ket rojevê û bû yek. Gelê me taybet li Amedê rabû ser piyan. Ev serhildan belkî di dîroka me de ya herî radîkal bû. Yên dizanim 28’ê Adara 2006’an li Amedê serhildanek wisa radîkal çêbû yek jî 6-7-8 cotmeha 2014’an. Ji aliyê mejî, dil, ruh ve îrade û kesayeta gelê Kurd dibe yek. Ji bo vê li parçeyekî Kurdistanê komkujî û xeterî hebe li parçeyê din taybet di navbera Rojava û Bakur de bêdengmayîn û nerazîbûn nîşan nedayîn ne mimkûn bû. Ji bo vê gelê me rabû ser piyan. Wê wextê dîsa bi destê Hizbullah û dewleta Tirkiyê bi dehan mirov hatin şehîd kirin û binçavkirin û operasyon pêş xistin. Lê civaka me li ser piyan bû pir bi fedekarî li ber xwe da û wisa kir ku dewleta Tirkiyê gav şûn de bide avêtin. Berxwedana Kobanê bi ser ket û encam girt, DAÎŞ li wê derê têk çû, îradeya wan hat şikestin. Ne tenê îradeya DAÎŞ’ê ya Tirkiyê jî hat şikandin û hesabên wan hat pûçkirin. Di vir de rola berxwedana Bakurê Kurdistanê û bi giştî tevgera me PKK’ê,piştgirî da berxwedana Rojava. Ev berpirsyarî û erkeke dîrokî bû.
ÇALAKIYÊN RADÎKAL DIKARE RÊ LI PÊŞIYA ZEXT Û ZORDARIYAN BIGIRE
Îro dîsa pêwîst be ew ê hebe. Dema mirov bi vê perspektîfê mêze dike li Bakurê Kurdistanê êrîş hene. Li ser îradeya gel êrîş hene. Çend roj beriya vê di televizyonê de me guhdar dikir. Erdogan ji muxtaran re civinek çêdikir. Erdogan digot hinek kes dibêjin Rewşa Awarte dirêjkirin şaş e. Weke ku bi aqilê civakê bilîze ji muxtaran pirs kir ma dirêjiya Rewşa Awartepêwîst e ne pêwîst e. Hemûyan li çepikan xistin, ma ew ê çi bêjin. Erdogan çi got, mêze bikin ev hemû hatine hilbijartin dêmek îradeyek demokratîk e û pêwîst e Rewşa Awarte bê dirêjkirin. Jixwe ji bo dirêjkirina Rewşa Awarte biryar hatibû girtin. Eynî Erdogan kesên ku bi sed hezaran, bi îradeya milyonan hatine hilbijartin ne yek û dido, bi dehan hevşaredar û şaredariya giştî digire, binçav dike û davêje girtîgehan û dadgeh dike. Heta bi rûmeta gelê Kurd dilîze. Li navçeya Westanê ya Wanê endamên meclisa şaredariyê li şûna wî yekî cerdevan wezîfedar dike. Wateyek vê heye. Ev bi rûmeta gelê kurd, bi aqil û îradeya gelê Kurd lîstin e. Yanî biçûk dîtine, heqaret e. Çawa dibe ku yekî cerdevan di nezera gelê Kurd de yê herî xerab tê dîtin, li şûna yê bi îradeya kurdan hatiye hilbijartin tê tayînkirin. Ev hemû sedema bilindkirina têkoşînê, serhildanê ye, nerazîbûna xwe bi her şewazî her roj û hertim bênavber diyarkirine. Bêguman nerazîbûna gelê me heye. Lê zeîf e, kêm e. Mesela deriyên şaredariya mohr dikin, binçav dikin. Ew şaredarî şaredariya gel e, gel bi îradeya xwe ew bi rêxistin kiriye, hevşaredar derxistine. Yên ku îradeya wan tê mohrkirin esas yek bi yek herkes e. Yanî civak bi xwe ye. Civak pêwîst e vê qebûl neke, serê xwe netewîne, li ber xwe bide, protesto bike, mekanîzmeya wan bixitimîne û nede şixulandin. Yek jî heqeten hinekî radîkal be. Li aliyekî berxwedan, serxwebûn, azadî, mafê gelê Kurd li aliyê din bi şêwazekî binve binve weke tayekî bi dagirkeriyê girêdayî be nabe. Lazim e bê qutkirin. Dewleta Tirkiyê qut kiriye esas. Nabêje hûn Kurd in jî. Ti mafên we tune li ser navê kurdîtiyê. Wexta hûn bêjin û serê xwe hildin ev tişt bê serê we. Pêwîst e di wê astê de gelê me jî rabe ser piyan. Ne tenê civaka gelê Kurd ya kedkar, civaka çîna navîn weke nasname, li nasnameya xwe xwedî derketin, parastin tiştekî rûmet e. Ji bo berjewendiyên şexsî, maddî ew nirx, rûmet ew ê neyê firotin, di bin lingan de nemîne. Hemû kes ên li dijî dîktatoriyê taybet mafên gelê Kurd dixwaze netirsin, mil bidin hevdû, dengê xwe bikin yek. Demekê ji bo dîktatoriya Kenan Evren mirovan digotin ne mimkûn e careke din roj derkeve, ew ê hertim di tarîtiyê de be. Ev dîktatorî ew ê qet neçe. Lê, hat dîtin ku Kenan Evren ket çi halî û çawa rezîl û ruswa bû. Ew dem çawa hat derbaskirin. Bi berxwedan, têkoşîn, bedelan hate şikandin. Îro li paş xwe mêze dikin dîrokek me ya çil salî heye. Li kêleka me Rojava xweser e û federasyonê bi rêxistin dike. Dewleta Tirkiyê û ji dîroka xwe ve AKP piştî sêzdeh salan şûnde di rewşa herî xerab û xeter de ye. Gel bi rastî jî divê rabe ser piyan. Li dengê xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Qebûl neke yekî cerdevan bê wezîfedarkirin, qebûl neke qeymeqamek weke cendermeyekî di şaredariyê de rûne. Bixitimîne, qebûl neke û sedem hene. Pirsgirêk, kêmasî bêguman rêxistin û rêvebertiya me de ye. Em weke kadro û rêveberî rola xwe bilîzin, ti mafê me tune ku em ji civaka xwe gilî û gazinc bikin. Lê rexne jî em ê bikin, civak jî rabe ser piyan û em jî rola xwe bilîzin. Şerê gerîla û HPG di asteke xurt de ye û encamên baş hene. Berxwedana gelê me jî pir bi rûmet e, lê hîn dijwartir, xurtir, di asteke bilind de ev têkoşîn divê bê dayîn.
AKP BI REWŞA AWARTE DIXWAZE NÎZAMA XWE XURT BIKE
Rewşa Awartecareke din hat dirêjkirin. Sedem û hedefa vê dirêjkirinê çi ye? Li hemberî Rewşa Awarte gelê kurd, hêzên demokrasî û azadîxwaz divê xwedî helwesteke çawa bin?
Bêguman Rewşa Awarte di serî de ji bo tasfiyekirin, tunekirina gelê Kurd e. Di heman demê de yên li dijî dîktatoriyê hêzên şoreşger, sosyalîst, demokrat in, bi rojane tê dîtin civaka Elewî, kedkar, têkoşîna jin û bi giştî ye. Dîktatorî wisa ye, derveyî xwe tiştekî maqûl û normal nabîne. Li ser navê derbeyê û tasfiyekirina Fethullah Gulen esas di bin de dîktatoriya xwe hîn xurtir bike, xwe tanzîm bike û nîzama xwe xurt bike. Di bin vî navî de esas muxalefetê tune bike. Ji bo vê çi qanûn û çi Rewşa Awartepêwîst e hemûyan pêş bixe û pêk bîne. Sedema Rewşa Awartebêguman ev e. Eger rejîmek yan jî desthilatiyek bi tiştên weke Rewşa Awarte pêwîst dibîne dêmek rewşa wan ne baş e. Ya baş û normal çi ye, demokratîk û xwezayî bikaribin desthilatiya xwe bijîn. Lê weke xwezayî, demokratîk normal nikarin bikin. Çima ku bertek hene, civak radibe ser piyan. Wê wextê bi darê zorê dixwazin pêşiya wê bigirin. Ev nayê wê wateyê pir xurt e, berovajî wê bi hukmê darê zorê dixwaze emrê xwe dirêj bike. Sedem ev e. Rewşa Awartedîsa mûxalefetê tune bike, îradeya wan bişkîne, astengî ji têkoşîna gelê Kurd re derxe, bikaribe rê li pêşiya serhildanên radîkal û xurtir bigire. Dîsa îradeya hêzên demokratîk nebe yek û astengî li pêşiya wan derxe. Sedem ev e. Çi pêwîst e li hemberî Rewşa Awarte. Dîsa li hemberî dîktatorî û desthilatiya AKP’ê û Erdogan çi hêz hebe, çi rêxistin hebe, çi civak, ol û çand hebe hemû dengê xwe bikin. Li hemberî faşîzm û dîktatoriyê yên ji wan ne razî, yên xeteriya wan dibîne û dijîn li hemberî vê dîktatoriyê têkoşîna xwe bikin yek, bi hev re vê xebatê xurt bikin û pêş bixin. Derveyî vê çare nîne. Tu kes bi serê xwe nikare li hemberî dîktatoriyê encam bigire. Dikare li ber xwe bide lê encam girtin ew ê zehmet be. Gelê Kurd barekî pir giran daye ser milê xwe, taybet tevgera me PKK’ê. Lê, pêwîst eniya demokratîk, şoreşger ji Tirkiyê hatine rêxistinkirin rola xwe hîn baştir bilîzin. Ew hereketên şoreşger û sosyalîst û dîsa hemû civak hevdû bigire. Elewî hevdû bigirin. Ewbanê CHP’ê esas li hemberî desthilatiyê li cem hêzên azadîxwaz û berxwedana demokratîk cih bigirin. Li hemberî faşîzmê bibin yek. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe pêşengtî dike. Lê lingê wê cuda cuda taybet milê Tirkiyê bê temamkirin û xurtkirin. Hemû bi hev re têkoşîn bidin, tenê bi gelê Kurd nabe. Jixwe gelê Kurd bi salan liber xwe dide, ew ê bide jî û ji xwe bawer e. Zû an dereng ne mimkûn e ew desthilatiya AKP’ê û Erdogan neyê rûxandin. Bêguman ew ê bê rûxandin. Pirsgriêk çi ye, hîn bê xeter yan jî zûtir ew desthilatiya AKP’ê û Erdogan êdî bes e, divê bê rûxandin. Li şûna wê hêzên demokratîk, îradeya demokratîk, Tirkiyek demokratîk, Tirkiyek ku meseleya Kurd hatiye çareserkirin, Tirkiyek çanda Elewî xwe bi rêxistinkirine. Hemû hêzên demokratîk û xwezayî xwe bidin jiyandin. Ji bo vê hemû hevdû bigirin. Eger hêzên xwedî berxwedan li dijî dîktatorî û faşîzmê hêz û têkoşîna xwe nekin yek Erdogan û AKP dê ji vê îstifade bikin. Di vê de jî hoste ne. Dibêjin ruhê Yenîkapi. Kî bi siyaseta Erdogan û AKP’ê re bibe yek ruhê neteweyî derdikeve. CHP jî xapandin, yan jî CHP jî ket bin bandora wan û jixwe zihniyeta wê ji vê re vekiriye. Yanî pêşiya hemû rexneyan û muxalefetê bigire weke yek dest, tam dîktator. Desthilatiya xwe, nîzama xwe hîn jî xurtir bikin. Li hemberî vê eger hêzên xwedî berxwedan li dijî faşîzmê nebin yek. AKP ji vê îstifade bike. Bi damara şovenîzmê ew ê xwe bi rêxistin bike û hewl bide ku xwe bike xwedî hêz. Li hemberî vê heqeten têkoşînek bênavber û radîkal pêwîst e.
AKP BI TIRSÊ NIKARE TEMENÊ XWE ZÊDE DIRÊJ BIKE
AKP piştî 15’ê Tîrmehê gelek kes girtin, gelek kes ji kar dûr xistin, bi vî rengî tirsek di nava civakê de ava kir. Împaratoriyek ji tirsê hatiye avakirin. Desthilatiya xwe bi vî rengî berdewam dike. Bi avakirina tirsê ew ê desthilatiya xwe heta kîjan wextê dê bikaribe bidomîne?
Împaratoriya li ser tirsê hatiye avakirin, bêguman ew ê ne mayînde be. Temenê wê ne dirêj be. Lê dîsa ev bi têkoşîna gelê kurd, civaka demokratîk li hemberî faşîzmê ew ê çiqas li ber xwe bide bi vê girêdayî. Bi bawerî û îknakirina civakê, bi demokratîkbûna Tirkiyê AKP xurtir nabe, zêdetir bi tirsê yanî civakê bitirsîne, binçav bike, dengê wan qut bike, muxalîfan bêdeng bike. Herkes ji xwe û ji siya xwe bitirse û li ser vê dixwaze împaratoriya xwe xurt bike. Lê tirs ne hîmekî xurt e, zemînek zeîf e û hertim ji rûxandinê re vekiriye. Esas weke fersendek e, wexta AKP hîn nû bû desthilatdar belkî hinekan jê bawer dikir, belkî wan hêvî dida hinek kesan. Lê îro li ser tirsê ye. Kî dengekî cuda derdixe davêje zindanê, yên din jî mêze dike bavêje zindanê, ji kar dûr bixe, teşhîr bike. Weke tirsekê di nava civakê de belav dike tabî. Çawa împaratorî tenê li ser tirsê mayînde bibe. Civak jî, mirov jî li hemberî tirsê nereve, rev jî ne çare ye yan jî veşartin ne çare ye. Berxwedan, xwe rêxistinkirin, bi vekirî serê xwe bilind bike û li ber xwe bide, wisa be tirs bê berterefkirin. Împaratorî ji zeafiyeta ne rêxistinkirina civakê hêza xwe digire. Eger civak xwe bi rêxistin bike, derî ji vê re bigire. Mirov dikare vê bêje zemîn heye, derfet hene eger ev têkoşîn hîn xurtir bê dayîn AKP zeîf e li gorî çend sal beriya vê. Rewşa wan hîn xeter e. Nakokî di nava wan de heye, li cîhanê kesayeta Erdogan û AKP kesek ji siyaseta wan ne razî ye. Muxalefetek cidî li hemberî wan heye, tenê muxalefet xwe bi rêxistin bike. Neke jî weke gunehkar ji aliyê siyasî ve sûcdar e li hemberî civakê û dîrokê. Ewqas hovîtî, zext, zordarî, zordestî li ser navê mirovahiyê, pêwîst e mirov dengê xwe bilind bikin. Bêdengmayîn ew ê tenê xizmeta desthilatdariya AKP’ê bike.
TIRKIYE BI KOMPLEKSA OSMANÎ Û ZIHNIYETA DAGIRKERIYÊ TEVDIGERE
Meclisa dewleta Tirkiyê vekirina destpêkê biryara tezkereya şer ji bo Iraq û Sûriyê derxist. Lê beranberî vê parlamentoya Iraqê biryar girt ku dewleta Tirk artêşa xwe ji Başika vekişîne. Di heman demê de Mûsil di rojevê de, mirov polîtîkayên dewleta Tirkiyê yên ji bo Mûsilê çawa dikare binirxîne?
Bi rastî jîhişmendiya dagirker û kompleksa Osmanî hinekî cuda ye. Tezkere derxistine, sedema vê tezkereyê çi ye, pêwîst be mudaxeleya Sûriyê û Iraqê bike. Dîsa di serî de meseleya Kurd û Kurdistanê heye. Di heman demê de ew kompleks û hişmendiya dagirker di vir de jî Erdogan û AKP’ê li ser xwe dide jiyandin. Mînak; Bînalî Yildirim dibêje di dema Osmanî de ne li Sûriyê ne jî li Iraqê ewqas pirsgirêk tune û mirov rehet bûn. Ew mesaj dide nîşandan ku weke dema Osmanî dewleta Tirkiyê li ser Sûriyê û Iraqê xwedî rol be û heta dagir bike. Esas ya di serê wan de derbas dibe ev e. Ji bo vê hertim ev siyaseta xwe ya dagirker li ser Sûriyê û Iraqê bi giştî li Rojhilata Navîn hewl didin rêxistin bikin, pêk bînin û encamê bigirin. Mesele çi mafê dewleta Tirkiyê heye ku ew ê li Başika, başûrê Kurdistanê be. Li pir nuqteyan hêzên dagirker ên Tirkiyê hene. Çi mafê wan heye. Bînalî Yildirim dibêje Telafer, Mûsil eger di vir de tiştekî weke neyê xwestin bibe bi agir lîstin e, mesele ew ê hîn mezin bibin. Çi ji te re lazîm e ku li Iraqê çi tê jiyandin. Civaka Iraqê heye, gelê Tirkmen, Şîa, Sunnî, Kurd û Ereb hene. Xwe têkil nekin, çi karê we heye û hûn xwe xwedî rol dibînin. Hûn bê hiqûqî û sedemek navneteweyî tune ku xwe mudaxeleyî Iraqê bikin. Parlametoya Iraqê jî biryarê derdixin ku biryara dewleta Tirkiyê biryarek dagirker e, qebûl nake, red dike û rast dibêje. Li ser vê parlamentoya Iraqê şermezar dike. Biryar girtine ku sefîrê wan bikişîne û weke nota bidin wan. Yanî weke Împaratorî digirin dest. Tu hem li ser Iraqê xewedî rol hem jî daxwazên te hebe. Weke çîroka diz û xwediyê malê. Te qebûl nake, tu ji vê aciz dibe. Dibê îlehî dagirkeriya min qebûl bikin. Çi sedem heye ku dagirkeriya te qebûl bike. Dewleta Tirkiyê hinekî wisa ye. Divê li Rojhilata Navîn weke dema Osmanî ez xwedî rol bim. Halbûkî civaka Ereb ji Osmanî vir de ji dewleta Tirkiyê ne razî ne. Di wextê de çi dîtine ew dizanin, dîrok hîn zindî ye. Îro jî naxwazin. Dagirkeriya Tirkiyê sedem her çi be li ser navê gelê Tirkmen, Sunnî be, her çi be jê hez nakin. Dîsa li ser Sûriyê eger Babê tiştekî wekî neyê xwestin pêş bikeve nizanim sedema çi be. Çi kar û mafê te heye tu rojane herêma Babê, Şehbayê axa sûriyê topebaran dike. Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) esas weke Cephetel Nusra di nava wan de Çeçen hene, DAÎŞ hene. Rojane komkujiyê li ser gelê Kurd, Ereb pêk tînin û tu piştgiriya van dike. Tu dibêjî nizanim li kîjan noqtê çi bibe ew ê pirsgirêk derkeve. Yanî bi temamî zihniyetek dagirker û xwe wisa digire dest û dixwaze wisa bê qebûlkirin. Nebe jî aciz û har dibe. Siyasetek li ser alozî û gelê Kurd û di heman demê li dijî gelê Ereb e. Mesele çend roj beriya vê li ser sînorê Rojava 17 hemwelatiyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê hatin qetilkirin. Yanî ne ji bo gelê Ereb e, lê dewleta Tirkiyê dibêje em gelekî li Ereban xwedî derdikevin. Derewan dikin, rojane axa Sûriyê topebaran dikin di rojekê de 17 kesên Ereb kuştin. Ev hemû kiryarên dewleta Tirkiyê ye. Yanî di Rojhilata Navîn de me çawa xwestiye em ê wisa bikin. Tiştê balkêş di vir de çi ye. Parlamentoya Iraqê biryar girt, şermezar kir tezkereya ku dewleta Tirkiyê derxist. Hewl dide ku bi dengekî bilind diyar bike, dewleta Tirkiyê hêzên xwe ji Başiqa bikişîne. Lê mesele ji aliyê KDP’ê ve hikûmeta herêmê bêdengiyek heye. Halbûkî ew hîn bi dengekî bilind bêjin çi karê artêşa dewleta dagirker bi salan li vir heye. Em jî vê biryarê destek dikin û pirrtir em dixwazin Artêşa Tirk hêzên xwe ji Iraqê û başûrê Kurdistanê bikişîne. Lê bêdengiyek heye. Ev tiştekî xeter e. Gelê Kurd vê dibîne, dinirxîne, şîrove dike û wateyekê dide. Weke encam dikarim vê bêjim. Ew siyaset û zihniyeta dagirker bi temamî li ser eksena dijminantiya gelê Kurd û Rojhilata Navîn gelê Ereb, û Tirkmen e. Ji vir şûnde ewqas hişyarî, xebat, bedeldayîn têkoşîn xwedî rêxistin şûnde AKP nikare encam bigire tenê aloziyê îxrac dike. Ji vê aloziyê ew ê AKP bê fetisandin. Rojane ev siyaset ew ê wan asteng bike.
SIYASETA KDP’Ê ZIRARÊ TENÊ NADE YEKITIYA NETEWEYÎ DIDE WÊ BI XWE JÎ
We behsa KDP’ê kir ku dengê xwe li dijî Artêşa Tirk dernaxîne. Di heman demê de li ser xebatên kongre, konferansa neteweyî civîn çêdibin yê xwe nêzî wê nake KDP ye. Sedemê vê çi ye û di heman demê ma wext nehatiye ku kongre yan jî konferansa xwe ya neteweyî li dar bixe?
Dem derbas dibe. Hertim tê gotin, me jî çend caran weke dubare aniye ziman mirov li cîhanê û Rojhilata Navîn mêze bike. Yekitiyên civakan gelek hene. Mînak Yekitiya Ewropa, Amerîka, Rûsya, Yekitiya Afrîka, Yekitiya Ereban. Yê ku her hatiye parçekirin û bê yekîtî maye gelê Kurd e. Dagirkerî jî li ser vê dilîze. Dagirkerî û hêzên navneteweyî ji vê parçebûna gelê Kurd, ji nakokî û ne rehetiyên di navbera wan de hêzê digire. Rojek zûtir gelê Kurd bi ruhekî neteweyî kongre yan jî konferansa neteweyî rêxistin bike, îlan bike. Wexta wê derbas dibe. Siyasetmedarên gelê Kurd û yên xwe weke lîderê gelê Kurd dibînin eger ew rola xwe ya dîrokî nelîzîn ew ê hem li hemberî dîrokê hem jî li hemberî gelê Kurd gunehkar û sûcdar bin. Civîna 16’emîn a KNK’ê li Ewropa pêk hat muhîm bû. Mesajên hatin dayîn û axaftinên hatin kirin û weke bangawaziya ji vê civînê derketiye muhîm bû. Tê gotin ku ji derveyî KDP û çend grûbên din bi piranî hemû rêxistin li wir amade bûn. Ev hêviyekê dide mirov, ji yekitiya neteweyî zemînek e. Lê KDP têde tune. Ev siyaseta KDP’ê xizmeta doza gelê Kurd nake. Li gorî min mirov demdirêj mêze bike xizmeta KDP’ê jî nake. Yanî hertim têkilî bi dagirkerî ye, taybet pirsgirêkên rêxistinên Kurdan ên navxweyî bi şêwazekî mesaja neteweyî, perspektîfek neteweyî weke platformek kongre yan jî konferansa neteweyî çareserkirin lê li şûna wê hertim çavên wan li derve be. Dewleta Tirkiye ka çi dibêje, ji wan hêz bixwaze ev xeter e û zirarê dide têkoşîna gelê kurd. Li gorî min zirarê dide KDP’ê jî. KDP lazim e di vê nuqteyê de xwe zelal bike, hîn maqûl û neteweyî bifikire û rolekî bilîze.
KDP LI ROJAVA DIXWAZE PROVOKASYONÊ ÇÊBIKE Û ALOZIYAN DERXE
Lê mirov pê diêşe ku hinek agahî ji me re tên, em dibihîzin. Hîn jî hevdîtin çêdibin, mesajên hinekî baş û erênî tên dayîn, mirov hêvî dike ku gavek bê avêtin. Em hîn di wê baweriyê de ne û heviya me zindî ye. Lê em dibihîzin ku li Başûr Hewlêr û Dihokê civîn çêdibin. Di van civînan de ew pêşmergeyên bi Barzanî girêdayî çawa derbasî Rojava bikin. Di nava xwe de nîqaş dikin û biryar digirin. Li hemberî rêveberiya xweseriya Rojava, PYD, TEV-DEM’ê çawa provokasyon û alozî derxin, çawa çalakî pêk bînin, çawa ew pêşmergeyên bi KDP’ê girêdayî di nava hin êşîrên Ereb de bi cih bikin, dîsa weke nakork derxin, bi şêwazekî derveyî nîzama Rojava xwe di Rojava de bi rêxistin bikin. Wexta mirov van tiştan dibihîze, dibîne û wexta kongreya neteweyî dikeve rojevê û pêwîstiya rola KDP’ê mirov dide ber çavan nakokî di serê mirov de çêdibe. Hêviyên mirov nebêjim dişikê, lê kêm dibe. KDP divê dev ji van tiştan berde, yanî ji derve mudaxelekirina rêxistinên cuda û parçeyên Kurdistanê ew ê xizmeta tu kesî neke. Jixwe dewleta Tirkiyê, Îran, Rejîma Sûriyê bi xwe li ser meseleya Kurd ji dîrokê ve piranî bi hev re ne. Jixwe rêxistinên ku li ser berjewendiyên gelê Kurd dilîzin û taybet li ser xweseriya rojava û Federasyona Bakurê Sûriyê lîstok û planan pêk tînin, têra xwe hene. Hîn duh li Hesekê komkujî pêk hat. DAÎŞ û hêzên din hene. MÎT’a Tirkan heye. Tiliyê vana di nava de ye. Lê KDP nebe şirîkên van tiştana. Yanî di civînên xwe de biryarên wisa negirin. Weke ENKS, Yekîtî û yên din. KDP wan teşwîq neke. Nebêjin li hemberî desthilatdariya rêveberiya xweser rabin ser piyan, çalakiyan bikin, alozî derxin, di hemû ragihandinê de li dijî wan xwedî têkoşîn bin. Di hemû dîplomasiya xwe de reşkirina wan ji xwe re esas bigirin. Baş e dijmin li ku ma, hedefa te li ku ma. Li şûna tu vê bêje li hemberî DAÎŞ’ê dengê xwe bilind bike, li şûna tu vê bêje li Şêx Meqsûd komkujî çêdibe di Îtilafê de cih negire. Di Îtilafê de cih digirin, bi hev re ne. Di milê din jî ewqas nakokî. Bi vê siyasetê nikarin pêş bikevin. Tu kes rê nade. Rojane ewqas şehîd û bedel didin, ma hîç mimkûn e kes belaş belaş were li ser rûne û rojane hertim bêexlaq dijmintiya vê bike û li ser navê kurdîtiyê. Vê şermezar dikim, ne rast e.
DEWLETA TIRK DIXWAZE ALOZIYÊ ÎXRACÎ SÛRIYÊ Û ROJHILATA NAVÎN BIKIN
Dewleta Tirkiyê piştî dagirkirina Cerablûsê dixwaze herêmeke tampon ava bike û her sê kantonên li Rojava nebin yek. Hewldanên wan yên bi vî rengî heye. Di şert û mercên heyî de dewleta Tirkiyê ew ê bikaribe van daxwazên xwe pêk bîne? Di heman demê de xebatên Federasyonê hene. Li Rimêlan komcivînek li ser federasyonê pêk hat. Li hemberî vê teqînên li Rojava pêk tên. Ji aliyekî tirsa ji federasyonê heye û ji aliyê din jî daxwazên dewleta Tirkiyê li ser Rojava heye. Ev rewşeke çawa derdixîne holê?
Dewleta Tirkiyê ji berê vir de di 2011’an de ew alozî li Sûriyê hat jiyîn, hema rojekê dereng nemîne, axa civaka Sûriyê bixe destê xwe û rola xwe bilîze. Bi lez hema xwe kir nav pirsgirêka Sûriyê û têde fetisî ye. Heta niha bi siyasetê ti encam negirt. Niha dubare weke herêmeke ewlehî îlan bikin. Heta niha tu kesî ev proje maqûl nedît û destek neda. Lê rastiyek din heye. Mesela bi bêdengiyan Amerîka, bi desteka Amerîka, dîsa bi bêdengiya Rûsya û yên din nebûya dewleta Tirkiyê ew ê bi rehetî neketa Cerablûsê û bi hêzeke berhevkirî ya bêexlaq û çete. Tu lê dinêrî bi her rengî di nav de heye. OSO dane pêş. Niha xwe xwedî rol dibînin. Dibêjin Bab ji me tê pirskirin, Reqa ji me tê pirskirin. Hûn kî ne?Çi karê we, çi mafê we li ser Babê û federasyona Bakurê Sûriyê û bi giştî li ser qedera Sûriyê heye. Lê weke dagirkerî wî mafî di xwe de dibînin. Nikarin encam bigirin. Lê dixwaze alozî çêbikin, siyaset li ser aloziyê tê birêxistinkirin. Zihniyeta aloziyê belav dikin, îxrac dikin li ser Sûriyê û Rojhilata Navîn. Rola dewleta Tirkiyê îro wisa ye. Tu caran xizmeta pêşketina demokrasiyê, xizmeta çareseriya pirsgirêkan nekiriye, hertim bûye sedeme alozî û pirsgirêk hîn zêde bibe û giran bibe. Rolek wisa dîsa li ser Sûriyê daye xwe. Lê hedef çi ye?Tabî hedefa herî mezin kantonên Bakurê Sûriyê Efrîn, Kobanê û Cizîrê nebin yek. Hîn jî bi eşkere em bînin ziman projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê pêk neyê. Hemû tirsa wan û nerazîbûna wan, hovîtiya wan ji vir tê. Bi xwe nakin. Meseleya herî girîng, dîrokî û mezin di rojeva wan de ev e. Li bakurê Kurdistanê heta vê meseleyê çareser nekin, heta dev ji vê zihniyeta xwe ya dagirker bernede, Tirkiye ew ê demokratîk nebe. Bi şêwazên din li ser Iraq û Sûriyê zextê bike, li filan derê herêmên ewlehî îlan bike û li filan derê mudaxele bike. Ev tenê sedema şer, nakokî û siyasetek xitimî ye û encam negire. Yanî aqil bike û xwedî exlaq be, ji dîrokê dersê derxe, tenê ji dîroka têkoşîna me ya çil salî de ders derxe pêwîst e meseleya gelê Kurd çareser bike. Li şûna ku çareser bike, siyaseta li wê derê dibe sedema şer û li Bakur xitimiye îxracî Sûriyê û Iraqê jî bike. Tabî ew ê encam negire. Hewl dide alozî derxe, gelê Kurd biweste.
JI BO SÛRIYÊ YÊN XWEDÎ PROJE, ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE
Hemû hesabên wan di nava gelê kurd, Tirkmen, Ereb û Xiristiyan de çawa bike ku nakokiyan derxe û wan ji hev re bike dijmin. pirqirêj, hemû derfetên xwe bi kar tînin gelê Ereb, Tirkmen û Kurd dîsa bên li hemberî hev. Lê di vê nuqteyê de jî xwe dixapînin. Taybet ev çend sal in xweseriya demokratîk mînak e. Gelê Kurd jî, Ereb jî, gelê Asûrî, Suryanî, Tirkmen, Ermen hevdû ji nêz ve nas kirin, bawerî dan hevdû, hevdû fêm kirin û ji hevdû hez kirin. Dîtin û bawer kirin ev projeya bi hev re demokratîk bijîn mimkûn e û encam bigire. Jixwe li ser vî esasî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ket rojevê. Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê beriya her tiştî projeya Sûriya nû ye esas. Niha her kes bi hev re şer dike, bi hev re di nava nakokiyê de ye. Kes nikare bêje meseleya Sûriyê ew ê wisa bibe û projeya me ev e. Yê ku heqeten pêşerojeke çawa ya Sûriyê dixwaze, ji bo hemû civak, çand û nasnameyan hem azad, demokratîk bi hev re bikaribin bijîn xwedî proje, projeva rojavaya Kurdistanê ye. Rêveberiya Rojava ye. Ev weke Sûriyek demokratîk a federal û bi vê girêdayî Federasyona Bakurê Sûriyê. Li gorî em dizanin û dişopînin xebateke pir girîng hatiye dayîn. Weke rêzikname hatiye nivîsandin û bi dawî kirin. Gihîştiye encama dawîn. Çend roj beriya vê civîn çêkirin, me jî temaşe kir û şopand. Di formata wê civînê de ji Kurd pirrtir esas Ereb, Asurî, Suryanî, Elewî beşdar bûbûn. Hemû civak û nasname û ol hebûn. Wan nîqaş kirine ku federasyon û Sûriya nû ew ê çawa bibe. Em ê çawa xwe bi rêxistin bikin. Li gorî encama civînê heqeten civînek pir baş bûye. Niha piştî serjimêrî xilas bibe, di rojevê de federasyon çawa bê taqsîmkirin, Sûriye bi giştî li ser çend federasyonan ew ê çawa bibe, projeyek hîn şênber derxin û hewl didin biçin hilbijartinê. Heqeten deriyekî nû ji Sûriyê re vekin, weke federasyon bidin jiyandin.
RÊBER APO RÊBERÊ HEMÛ CIVAK Û GELÊN LI ROJHILATA NAVÎN E
Çend rojên din 18’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ye. Di heman demê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Ji bo hema Komploya 9’ê Cotmehê hem jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama we çi ye?
Di serî de bi vê wesîleyê silav û rêzên xwe ji Rêber Apo re dibêjim. Tecrîdeke giran ne tenê li ser Rêber Apo ye, esas li ser mirovahiyê ye. Taybet jî gelê Kurd, civakên demokratîk û azadîxwaz, kesên şoreşger û sosyalîst ev tecrîd li ser xwe bigirin dest, wisa bibînin, wisa wateyekê bidinê. Rêber Apo ne eydî xwe ye. Eydî hemû civak, dîrokê, taybet civakên bindest û yên xwedî têkoşînê ye. Li gorî rapor û agahiyên ji me re tên bi vê wesîleyê dixwazim vê bêjim. Li Rojava yek caran civîn çêdibin. Civînên Kurd û Ereb ên hevbeş. Çima ku heval wexta daxivin dibêjin Rêberê Gelê Kurd. Pir kesên weke Ereb daxivin û hevalan rexne dikin. Dibêjin hûn çima wisa dibêjin. Rêber Apo Rêberê hemû civak û gelên Rojhilata Navîn û Rêberê gelê Kurd û Ereb e. Çima hûn teng digirin dest û rexne dikin. Heqeten pir rast û pir di cih de ye. Rastî jî ev e jixwe. Rêber Apo xwe derbas kiriye, ne eydî xwe ye. Ne eydî gelê Kurd tenê ye jî. Rêberekî wisa 18 salan di bin zexteke wisa mezin, tecrîda li Îmraliyê de. Em bi vê kêfxweş in ew komplo encam negirt, bedel giran bû, êş mezin bû, dîsa bi rêbertiya Rêber Apo têkoşîn xurt bû û komplo encam negirt. Lê em xemgîn in me rola xwe ya dîrokî tam nelîst. Em bi vê diêşin jî. Rexneyên Rêber Apo li ser me hene. Ew kêmasiyan em ji ser xwe navêjin. Ew dogmatîzm em ji ser xwe navêjin. Ne xuliqkar in. Bi tempoya Rêber Apo, bi fikra Rêber Apo, bi paradîgma Rêber Apo xurtir em xwe bi rêxistin nekin, bi şêwazê xebata Rêber Apo encamên hîn mezintir em negirin. Em ê hertim xwe di asteke rexnedayînê de bigirin, hertim xwe weke gunehkar bigirin dest. Rêber Apo esas azad e, wisa dibêje. Yek caran dibêje hûn li xwe mêze bikin. Yê azad ez im. Di ruh û mejî de azad e. Rola çawa li wir lîst li ber çavan e. Rojane dilîze. Mirovahî vê dibîne. Dewleta Tirkiyê jî vê dizane. Yanî çawa emrê xwe 24 saetan ji bo demokratîkbûna Tirkiye, ji bo civaka Elewî, ji bo civakên bindest, ji bo azadiya gelê Kurd bi kar tîne, çiqas fikir pêş dixe, bi çi kûranî û çi proje li ser hev hertim pêşkêş dike. Heqeten ked û berpirsyariyek pir mezin li hemberî gelê kurd, li hemberî hemû mirovahiyê taybet li hemberî civaka Tirkiyê ye. Mesele me temaşe dikir, yek leşker hatiye kuştin. Çapemeniya dewleta Tirkiyê dibêje du rojên wî mabû tezkere bigire. Mirov bêje ey bê wijdan madem wisa ye, kesekî du rojên wî yên tezkereyê maye çima di eniya herî xeter de hûn didin kuştin. Rêber Apo dixwaze pêşiya van tiştan bigire. Kesek aqil nake, xwe berpirsyar û erkdar nabîne ku heqeten rojeva Tirkiyê wisa diyar bike. Siyasetmedarên Tirkiyê rewşa wan li ber çavan e. Girîngî û hebûna Rêber Apo û projeya Rêber Apo îro hîn pirrtir li ber çavan e. 18 sal emrek e. Jixwe bi giştî emrê xwe da. Ez bi vê wesîleyê Komploya Navneteweyî careke din şermezar dikim. Destpêka Komployê ye 9’ê Cotmehê. Kes û hêzên ku di vê komployê de xwe xwedî rol şermezar dikim, yên ku ji bo ev komplo vala bê derxistin xwe feda kirin û agir berdan bedena xwe û şehîd ketin li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Gleê me jî pîroz dikim hertim bi kesayeta Rêber Apo girêdayî û di nava têkoşînê de ye. Lê ji vir şûnde em di sala 19’emîn de Rêber Apo di vê rewşê de nebînin. Rêber Apo azad, pirsgirêka gelê Kurd hatiye çareserkirin, Tirkiyê hatiye demokratîkkirin. Bi vê hêvî û biryarê em ê hewl bidin ku rola xwe bilîzin.