Parlamenterê Iraqê: Li Iraqê PKK’e legal, Tirkiye îllegal e

Parlamenterê Iraqê Mihemmed Osman got; “Hêza leşkerî ya Tirkiyeyê di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de nehat. Bi daxwaza partî û kesekî hat. Hêzeke ku tevgera wê ne li gor destûra bingehîn be dagirker e. PKK’e li gor destûra bingehîn li vir e.”

Parlamenterê Iraqê Mihemmed Osman, biryarên parlamentoyê ku dixwaze leşkerên Tirk ji Başîkayê derkeve û hebûna PKK’ê ya li Iraqê ji ANF’ê re nirxand…
Hêzên Tirkiyeyê bêyî destûra hikûmeta Iraqê hatiye an ne? Hebûna wan a li vir tê çi wateyê?

Tirkiyeyê bêyî hincet, destûr leşkerên xwe derbasî axên Iraqê kir. Me gelek caran aniye ziman ku dewleta Tirk qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê dike. Dema me dît Tirkiye vê paşguh dike, me jî wek parlamentoyê ji bo leşkerên Tirkiyeyê derhal ji axên Iraqê bên derxistin biryar girt. Ji bo vê jî me ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku leşkerên Tirkiyeyê bên kişandin. Hebûna leşkerên Tirk a li axên Iraqê, ji bo yekparebûna axa Iraqê dibe pirsgirêk. Eger pirsgirêkek Tirkiyeyê hebe divê li ser axa xwe çareser bike.
Hin hêz çêbûne ku ji bo PKK’e ji axa Iraqê bê derxistin daxwaz kirine. Ev çiqasî rast e?

Gerîlayên PKK ji hêla hikûmeta Iraqê ve bi awayekî fermî hatiye dawetkirin. Gerîlayên PKK’ê heta niha li ser axa Iraqê li gel hêzên parastinê yên Iraqê û peşmergeyan li dijî DAÎŞ’ê şer dike. Di şerê DAÎŞ’ê de rolek mezin girtiye û di navbera gelan de navbeynkariyê dike. Ji bo rizgarkirina gelan gelek bedel dane. Şehîd û birîndarên wan hene. Ev ji bo me nêzîkatiyek bi rûmet e. Lewre jî em her tim xwe deyndarê PKK’ê dibînin.

Her kî mîna hêzek derveyî li PKK’ê binêrê, ew xwe dixapîne. PKK’e ew tevgere ku dibe alîkarê gelên Başûrê Kurdistan û Iraqê. Heta ku hikûmeta Iraqê pêwîst nebîne, dikare li ser axên Iraqê bimîne.

Peşmergeyan jî daxuyanî dan ku Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî nebe. Lê Tirkiye di vê mijarê de bi israr e. Di vê mijarê de hûn çi dibêjin?
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî daxuyanî da. Gotin Tirkiye di şerê DAÎŞ’ê de ne di nav Hêzên Koalîsyonê de ne. Eger kî dixwaze bi zorê tevlî vê operasyonê bibe, em ê wek dagirker lê binêrin. Jixwe diyar e ku wê hêzek dagirker jî bi ser nekeve. Daxwaza Hikûmeta Iraqê, hêzên koalîsyonê û hêzên peşmergeyan ew e ku Tirkiye vegere ser axa xwe.
Tirkiye dibêje li ser daxwaza Barzanî hatiye…

Kurdistan û Tirkiye du welatên cîran in. Bi salan e têkîliyên dostane navbera wan de hene. Eger Barzanî tiştekî wisa xwestiye, divê vê li ser navê xwe, li gor destûra bingehîn a Iraq û herêma Kurdistanê bike û hikûmet jî bipejirîne. Têkîliyên derveyî vê û lihevkirin derveyî destûra bingehîn û hiqûqê ye. Em vê qebûl nakin.
Tirkiye, li ser banga Barzanî hat. Tirkiye vê qebûl dike. Dema PKK’ê Şengal diparast, hêzên din nîn bûn. Em dikarin bi kîjan rûyî bibêjin ku ‘ PKK ji Şengalê derkeve.’ PKK’ê li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê bi qehremanî şer kir.

Wek YNK’e, agahiya me nîn bû ku leşkerên Tirk hatine ser axa Iraqê. Em vê bi rêka we ji tevahî gelê Kurdistanê re radigihînin. Di vê mijarê de me wek Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê jî li parlamentoyê helwesta xwe eşkere kirine û heta dawiyê destek da vê dengdayinê. Em li pey biryara li Parlamentoyê jî rawestiyan. Pêwîst e Tirkiye leşkerên xwe ji axên Iraqê bikşîne welatê xwe.