‘Her kî tevlî operasyonan bibe di hedefa me de ne’!
Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê wiha got, ‘’Bi awayekî berbiçav hêzên me yên gerîla ên li qada Zagrosê her kî tevlî operasyonan bibe wê weke leşker û kontra bibîne û li wan bixe.’’
Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê wiha got, ‘’Bi awayekî berbiçav hêzên me yên gerîla ên li qada Zagrosê her kî tevlî operasyonan bibe wê weke leşker û kontra bibîne û li wan bixe.’’
Fermandariya Qada Zagrosê ya HPG’ê diyar kir şerê mezin ê ku hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk bi ser gelê Kurdistanê û hêzên wê yên parastinê de dide her ku diçe bêhtir tê berfirehkirin. Fermandariyê diyar kir sedema vê jî ew e ku çalakiyên hêzên an ên bibandore û dîsa operasyonên ne serketî ne ku encama dixwestisn bi dest ve neanîn û wiha anî ziman: ‘’Ev operasyon û êrîş ji bihara 2016’an ve bi giranî li Zagrosan dom kirin. Şerê ku heta niha li herêmê tê jiyîn ji şerê hemû demên dî girantir bûye. Li tevahiya qadên Şemzînan, Gever, Çelê û Colemergê ev şer bi awayekî herî giran hatiye jiyîn.’’
Fermandariya di daxuyaniya xwe de diyar kir, şerê ku dewleta Tirk li qadên gerîla bi rê ve dibe ji operasyona bejahî ya bi leşkeran bi rê ve dibe bêhtir şerekî teknîkî ye û wiha got: ‘’Li dijî gerîla ji bo têkçûna xwe ya ku berê jiyaye dubar neke wesayitên leşkerî yên bi tekneolojiyê neçar maye ku bi kar bîne. Çalakiyên têr û tije yên gerîla ku li dijî van êrîşan nîşan dayî, careke dî dupat kiriye ku bi şêwazeke rast tevgerîn mirov bi hêsanî dikare çekên teknolojîk jî pûç bike.’’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Di vî şerî de tiştê ne nû ku dewlet weke çareyekê serî lê dide jî bikaranîna cerdevanan e’’ û wiha pê de çû: ‘’
‘’Kontrayên ku bi zorê yan jî neçar hatine hiştin an jî di ber pereyan de hatine kirîn û kirine korna û didin pêş operasyon û qadên şer bi şêwaza şer a bi rêgezû hesas a gerîlayên me bi giştî hatin pûçkirin. Bi vê rêbazê hem tê armanckirin ku kuştina leşkerên wan kêmtir bibin û hem jî Kurdan bi Kurdan didin şerkirin û dixwazin hêza xwerêxistina Kurdan a li herêmê bi temamî ji holê were rakirin.
LÎSTIKÊN KONE Û GENÎ YÊN DEWLETA TIRK SAZKAR IN
Li dijî vê siyaset û plana gemarî Tevgera Azadiyê, di serdemên cuda de daxuyaniyên hişyarkirinê daye û bi zelalî diyar kiriye, li derveyî leşkerên ku dernakevin operasyonê û cerdevanên ku bi wan re tevdigerin wê bibin hedef. Weke fermandariya qadê beriya bi demeke nêzîk jî me ragihandibû, cerdevanên ku di şehîdxistina gerîlayên me de rasterast an jî nerasterast cih negirtine wê ji kontrayên din werin cihêkirin.
Lê dewleta Tirk îro bi zanebûn û plansaziya taybet li cihê ku dibe ku şer pêk were cerdevanan bi cih dike. Herî dawî 28’ê Îlonê yekîneyeke me ya gerîla ku bi ser peywira xwe de diçû, li navbera gundên Gever, Çatex û Kuna Rovî bi kemînekê tê derxistine. Yekîneya me piştî ku li wan reşandine pê derxistine ku kontra li vir hene, bersiv daye reşandinê û li vir şerekî demkurt rû daye. Li vir 3 kontra hatine kuştn û 1 gerîlayê me jî birîndar bûye.
Piştî şerê ku pêk hatî, li nav gel hatiye gotin yekîneya me ya gerîla dema ku cerdevan di xew de bûne li wan xistiye û serê wan jêkirine, bi vî awayî gotinên bi alçaxî gerandine. Di vê bûyerê de ku hişkere ye lîstikên genî û bi konetî yên dewleta Tirk li ser kar in, yekîneya me ya gerîla li gel ku li wan hate reşandin jî, ji bo ku xwe biparêze bersiv daye, şer bi vî awayî pêk hatiye. Her kes pê dizane derewên wiha encex hêzên faşîst dikarin bikin ku ji mirovbûnê bi qasî serê derziyê jî para xwe negirtine. Gelê me yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk baş pê dizanin ku yekîneyên me yên gerîla di şer de xwedan prensîb û rêgezan e û li ser van prensîb û hêza bûye hêza têkoşînê.
’Bi awayekî berbiçav hêzên me yên gerîla ên li qada Zagrosê her kî tevlî operasyonan bibe wê weke leşker û kontra bibîne û li wan xîne. Yên ku êrîşî gerîlayên men ekin, ji qada şer dûr in û nabin amûrên gemarî yên dewletê, wê nebin hedefa me.’’