Çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên kîmyewî êrîşî gundên Şehbayê dikin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên kîmyewî êrîşî gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ên Şehbayê dikin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê bi çekên kîmyewî êrîşî gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ên Şehbayê dikin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar der barê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gundên Herêmên Şehbayê, daxuyaniyek da.
Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê duh piştî nîvro gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ên dikevin gundewarên bakurê Helebê bi çekên kîmyewî û bombeyên kilor (ku li gorî zagonên navnetewî qedexe bûn) ve topbaran dikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê gundê Seyîd Elî û El-Hesbe ve êrîşan dibin ser gundên Um El-Qura û Um El-Hoş.