Di bombekirina Şêx Meqsûdê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di bombekirina Şêx Meqsûdê de ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk kirin, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku ji van 2 zarok in û 4 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku Komên çete yên girêdayî qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê, saet nêzî 10.00’an bi topên cehenemê dest bi bomberdûmana Taxa Şêx Meqsûdê kirin.

Hate diyarkirin ku di bombekirina Şêx Meqsûdê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan ku ji van 2 zarok in û 4 kes jî birîndar bûne.

Navê 2 zarokên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Hedîl Kedro (14), Xalid Kedro (12).

Hate ragihandin ku topbarana çetayan ku xwe li herêma Kefer Hemre bi cih kirine, hê jî didome.