Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê: Li dijî Bêedaletiyê tu jî îmze bike!
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku piştî Rewşa Awarte li dijî rêveber û hilbijartiyên berê yên DBP’î pêla binçavkirin û girtinê hatiye destpêkirin.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku piştî Rewşa Awarte li dijî rêveber û hilbijartiyên berê yên DBP’î pêla binçavkirin û girtinê hatiye destpêkirin.
Bagatir bal kişand ku êşkenceyê bi binçaviyan dikin, ji bo kampanya îmzeyan a ku wek nerazîbûna li hemberî vê bêedaliyê dane destpêkirin destek xwest.
Piştî Rewşa Awarte ya ku hikûmeta AKP’ê bi hinceta hewldana darbeyê îlan kir, li Êlihê jî wek gelek bajaran binpêkirina mafên mirovan zêdetir bûn. Serokê Şaxa Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Mehmet Bagatir têkîldarî binpêkirinên mafan û kampanyaya îmzeyan ji ANF’ê re axivî.
Mehmet Bagatir anî ziman ku ji bo Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hatiye îlankirin, her roj li ber Sînemaya Yilmaz Guney maseyê datînin û îmzeyan berhev dikin. Bagatir wiha axivî; “Kampanya me hefteyek li dûv xwe hişt. Destpêkê hin fikar hebûn, lê me ew jî bi destekan bihurand. Kampanya me baş diçe. Piştgiriya gel jî zêde ye. Em dizanin ku wê ji pirsgirêkan re nebe bersiv, lê em hewl didin têgihiştinekê ava bikin. Li şûna ku em ti tiştî nekin, herî kêm li dijî bêedaletiyê bêjin ‘na’ û nerazîbûnên xwe deynin holê.”
Bagatir bal kişand ku piştî bi qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Êlihê hate desteserkirin û şûn de bi hinceta “ewlehiyê” rêya wan a hawîrdorê hatiye girtin û ev jî dibe sedema maxdûriyetên mezin, ev bi lêv kirin; “Hin fetlanok û rê hatin girtin. Ev jî pirsgirêka trafîkê hê mezintir kir. Ji bo bajar trafîk pirsgirêkek mezin e. Bi dirêjkirina Rewşa Awarte jî mafê civîn û pêşandanan bi temamî hatin qedexekirin. Eger wê li dijî bêhiqûqî û binpêkirina mafan nerazîbûn bi pêş bikeve jî bi rojan çalakî têne qedexekirin. Elbet nayê qebûlkirin bi talîmatek amîrê mulkî mafekî destûra bingehîn bê taloqkirin. Ev xespek mafan e. Ji bo xwegihandina avahiya xizmetê ya şaredariyê jî astengiyan derdixin. Heta gihiştinê çend nuqteyên polîs û jendermeyan li dûv me dibînin nayê zanîn. Mirov ne rehet in. Tê gotin ku cihê gelek kesan hatiye guhertin. Tayînkirina kesekî ku ti têkiliya xwe bi şaredariyê re nîne, wê çiqas serkeftinê bîne? Beriya her tiştî jî pirsgirêka rewabûnê heye.”
Bagatir, bi bîr xist ku piştî Rewşa Awarte hate îlankirin, li Êlihê gelek binçavkirin û girtin çêbûne, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Tim bi tim bi ser malan de digirin, binçav dikin. Bi taybet jî li dijî rêveberên berê û serokên şaredariyê yên HDP û DBP’î êrîşek mezin heye. Agahî tên ku êşkence zêde bûne. 39 kesên ku li Qabilcewz û Hezoyê hatin binçavkirin, kelepçekirî hatin ragirtin. Tê gotin ku dema îfadegirtinê jî kelepçe nayên derxistin. Em nikarin êdî xwe bigihînin van binpêkirinên mafan. Hê jî me xwe negihandiye girtîgehê û rapora derbkirinê negirtiye.”