Paramaz Kizilbaş li Kobanê hate bibîranîn
Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat Agirnasli) di 2’yemîn salvegera şehadetê de li ber gora wî ya li Kobanê hate bibîranîn.
Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat Agirnasli) di 2’yemîn salvegera şehadetê de li ber gora wî ya li Kobanê hate bibîranîn.
Merasîma li Goristana Şehîd Dîcle, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de hate gotin ku wê bîranînên Kizilbaş zindî bêne hiştin.
Merasîm, piştre li Navenda Çandê ya Paramaz Kizilbaş a li wargeha Miştenûrê berdewam kir. Di merasîmê de ku bi tevlîbûna malbatên şehîdan û şêniyên wargehê pêk hat, piştî pêşendana sînevîzyonê ya têkîldarî jiyana Kizilbaş, Nûnera Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan Berîtan Asya nameya Paramaz Kizilbaş a ku ji bo hevrê û dostên xwe hiştibû xwend.
Piştî name hate xwendin, Asya axivî, diyar kir ku Paramaz Kizilbaş wek zarokê malbateke Tirk û Çerkez tevlî berxwedana Kobanê bûye, bi nav û paşnavê xwe ve têkoşîna gelên bindest bi Şoreşa Rojava re kiriye yek.
Asya bi bîr xist ku Kizilbaş di parastina Miştenûrê de jiyana xwe ji dest daye, wiha dewam kir; “Dirûşmeya esasî ya hevrê Paramaz xwişktî û biratiya gelan bû. Armanca partiya wî MLKP’ê jî li Rojhilata Navîn damezirandina yekîtiya gelan e û li ser vê rastiyê jî hevrê Paramaz li ser banga MLKP’ê tevlî şerê Kobanê bû. Paramaz, malbata xwe, jiyan û her tiştê xwe li dûv xwe hişt û gihişt qêrîna Kobanê. Em careke din soz didin hevrê Paramaz û tevahî şehîdên şoreşê ku em ê îdealên wan û vê şoreşê mezintir bikin.”
Piştî axaftinan, aktîvîte bi stran û helbestan bi dawî bû.