Çalakiya Yenîbosnayê TAK’ê girt ser xwe
Çalakiya li Yenîbosnayê ya Stenbolê TAK’ê girt ser xwe. TAK’ê wiha got, ‘’Çalakiya me li dijî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê ye’’
Çalakiya li Yenîbosnayê ya Stenbolê TAK’ê girt ser xwe. TAK’ê wiha got, ‘’Çalakiya me li dijî komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê û li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê ye’’
TAK’ê di daxuyaniya xwe de têkildarî çalakiyê xwe wiha got:
‘’6’ê Cotmehê saet derdora 16.00’an çalakiya li Yenîbosna Bahçelîevler a Stenbolê em weke Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) digirin ser xwe. Çalakiya me li dijî Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û li dijî zilm û zordariya li ser gelê Kurdistanê ye. Encamên vê çalakiyê jî weke her carê ji hêla hikûmeta AKP’ê û medyaya wê ya alîgir ve hatiye berovajîkirin. Em weke milîtanên TAK’ê ku parazvanên Rêber Apo û gelê Kurdistanê ne, li her devera Tirkiyê xweyî wê qebîleyetê ne ku dikarin çalakiyan li dar bixin. Milîtanên me bi çalakiyên afirîner û şêwaza xwe xwe ispat kiriye ku li her bihosta xaka Tirkiyê amade ye ku çalakiyan pêk bîne.
Me beriya niha jî gotibû Tirkiye ne welatekî ewle ye. Heta ku zext û zordariyên dewleta TC’ê û hikûmeta wê AKP’ê berdewam bin, ber û şêwazên çalakiyên me bi berfirehî û dewlemendbûyî wê berdewam bikin. Em diyar dikin ku çalakiyên me bi berbelavî û curbecur di serî de metropolên Tirkiyê li hemû bajaran wê xwe bigihîne hemû sazî û kesên dewleta Tirk a dagirker û hemû kesên ku di vî şerî de piştevaniyê dikin.’’