BI DÎMEN

‘Heta azadiya Rêber Apo şer!’

Gerîlayan tecrîda li ser Ocalan nirxandin, peyam dan ku “heta azadiya Rêber Apo wê şer bidomînin.” Gerîlayên HPG’ê bal kişandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd, li ser gelê Kurd pêk tê, gotin; “Azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê ye.”

 

 

 

‘DEWLETA TIRK BI AGIR DILÎZE’

Gerîla Botan: Tecrîda li ser Rêber Apo didome. Dema pêvajoya dawî li ber çav bê girtin, tecrîdek hê şidandî di meriyetê de ye. Rêber Apo li dijî vê tecrîdê berxwedanek pir mezin nîşan dide. Bi vê tecrîdê ve dewleta TC dixwaze têkîliyên gelê me û gerîla yên bi Rêber Apo re qut bike. Lê vê nizane ku gelê me jî gerîla jî bi fikrên Rêber Apo tijî ne. Tecrîda li ser Rêber Apo bi ti awayî nayê qebûlkirin. Bi vê tecrîdê dixwazin gel û tevgera me tecrîd bikin. Nêzîkatiyek nerast a li dijî Rêber Apo, li dijî me ye. Dewleta Tirk nizane ku bi agir dilîze. Eger tecrîd wisa dewam bike elbet wê bersiva me jî hê mezintir bibe.

 ‘LI DIJÎ TECRÎDÊ BERSIVA HERÎ MEZIN TEVLÎBÛNA NAV REFÊN GERÎLA YE’

Ji bo pûçkirina tecrîda li ser Rêbertiya me divê gelê me rabe ser piyan. Heta sepanînên ev tecrîda ku li cîhanê bêhempa ye, bi dawî bibin, heta azadiya Rêbertiya me, divê gelê me li ser piyan be. Li dijî tecrîdê bersiva herî mezin wê tevlîbûna ciwanên Kurdistanê a nav refên gerîla be. Tevlîbûna ciwanan wê derbeyek mezin li dewleta Tirk bixe û tecrîdê bişkîne. Lewre jî divê ciwan berê xwe bidin çiyayên azad.

‘ GELEK NIKARE BI TARÎTIYÊ RE BIJÎ’

Gerîla Devran Mîzgîn: Dewleta TC a dagirker dixwaze me û gelê me ji Rêberiya me qut bikin. TC hewl dide bi vê tecrîdê ve destkeftiyên gelê me tine bike. Bi vî awayî jî difikire ku wê tevgera me tasfiye bike.  Lê, TC xwe dixapîne. Ji ber ku vê tevgerê domahiya 40 salan bi fikrên Rêber Apo ruhê xwe tijî kiriye. Em jî wek gerîlayên HPG’ê, em ê li hemberî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Eger ev rewş bidome wê dewleta TC bedelê wê bi giranî bide. Eger hewldan hebe ku roja welatekî di nav tarîtiyê de bê hepskirin, wê ew gel nikaribe jiyanek asayî bidomîne. Divê gelê me û ciwanên Kurdistanê li beramberî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Berxwedana heyî hê geştir bikin. Pêwîst e ciwan bi çalakiyên xwe ve metropolên Tirkiyeyê bilerizînin. Xwe li gor vê bi rêxistin bikin ku dijmin careke din bibîne bê ka Rêber Apo ji bo me tê çi wateyê.

 ‘EM Ê AGIRÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN’

Gerîla Çekdar Germiyan: Bi awayekî sîstematîk tecrîda li ser Rêber Apo 17 sal in bênavber dewam dike. Îro şertên tecrîdê di asta herî bilind de ye û hatiye şidandin. Bi vê tecrîdê dixwazin tevgera me zeîf bikin. Armanca wan di şexsê Rêber Apo de siyaset û deskeftiyên ku gerîla, gelê Kurd û tevgera me li Rojhilata Navîn bi dest xistî lewaz bikin. Li pêşiya serweriya xwe ya li Rojhilata Navîn Rêber Apo, tevgera me û gelê Kurd wek astengî dibînin, lewre jî ev tecrîd şidandine. Ev hedefa wan jî bi berxwedana Rêber Apo û tevgera me ve tê pûçkirin. Ji bo tecrîd bi temamî bê şikandin em ê di asta herî jor de berxwedanekê nîşan bidin. Bi berxwedanek bi rêxistinî ku gel û gerîla di asta jor de bimeşîne, wê ev tecrîd bê şikandin. Em ê agirê berxwedanê yê heyî geştir bikin. Layiqbûna keda Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd û gerîla, tenê bi berxwedanek bi heybet mimkûn e.

‘CIWAN BI TEVLÎBÛNA GERÎLA VE DIVÊ BIBIN QELEMEKE KU DÎROKÊ DINIVÎSIN’

Pêwîst e ciwanên Kurd bi tevlîbûna refên gerîla ve ji vê tecrîdê re bibin bersiv. Ciwan ku hêza herî dînamîk a civakê ye, divê berxwedanê mezin bikin. Divê ciwanên Kurd di nav tevgera azadiyê de cih bigirin û bibin qelemeke ku dîrokê dinivîsin. Êdî ev pêvajo pêvajoya rola xwe lîstinê ye. Tenê bi vî awayî tecrîd dikare bê şikandin.

‘TECRÎD BI TAYBET LI SER GELÊ KURD, BI GIŞTÎ JÎ LI SER TEVAHÎ MIROVAHIYÊ PÊK HATIYE’

Gerîla Tolhildan Artêş: Tecrîda li ser Rêber Apo bi komploya navneteweyî dest pê kir. Lê di pêvajoya dawî de ev şertên tecrîdê hê hatin girankirin. Bi vê jî dewleta TC a mêtinger dixwaze gelê Kurd bitepisîne. Ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo, di şexsê Rêbertî de bi taybet li ser gelê Kurd, bi giştî jî li ser tevahî mirovahiyê pêk tê. Divê ev wisa bê zanîn. Heta ku ev tecrîd bidome jî wê gelê me li ser piyan be û çalakiyên gerîla jî heta azadiya Rêber Apo wê berfirehtir bibin. Sekna me ya li hemberî vê tecrîdê zelal e; armanca me hilweşandina sîstema Îmraliyê û qewitandina hêzên dagirker ji Kurdistanê ye.