Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek nivîskî weşand, got; “Em hêzên ku di Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de cih girtine, destek danê lenet dikin, soza xwe ya li ser esasê azadkirina Rêber Apo me daye şehîdan nû dikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Di vê merheleya şoreşê de her çiqasî tê xwestin kur ê û rêbazên nû ji bo komployê bê pêşxistin jî di serî de berxwedana Îmraliyê ya Rêbertiya me, berxwedana bi heybet a hêzên azadiya Kurdistanê van pîlanan vala derdixe û wê derxe jî” û wiha dewam kir; “Divê Dewleta Qesrê ya AKP’ê baş bizane ku her dilopa xwîna, wê dawîanîna wê leztir bike, di serî de Cizîr û Sûr, wê gelê mey ê berxwedêr mîna Şehîd Çiyager jî got, ‘bi awayekî bi heybet wê bi ser bikeve.’ Çawa polîtîkayên wê yên Osmaniya Nû li şoreşa Rojava vegeriya, sepanînên Ergenekona Kesk a li ser gelê Kurdistanê pêk tînin jî wê li berxwedana gelê me biqewime. Sepanînên dewleta qesrê ya AKP’ê ku li Îmraliyê li dijî Rêbertiya me pêk tîne, lîstina bi agir e û ev agira wê di serî de wê bişewitîne.
Rêbertiya me 18 sal in li Îmraliyê berxwedanek mezin nîşan dide, her roj hebûna faşîzmê ya li Kurdistanê derbe dike, ji holê radike. Ji ber dewleta qesrê ya AKP’ê vê rastiya dît, bêperwa dibe, bi êrîşên xwe ve hewl dide desthilatdariya xwe biparêze. Pêvajoya Rewşa Awarte ya bi hinceta darbeyê hate destpêkirin, îro bi temamî bûye şerekî li dijî gelê me. Di hedefê de ne tenê Cemaat an jî pêkhateyek din, yekser gelê Kurdistanê û îradeya wê ya rêxistinî heye. Wê demê divê em hêza xwe ya rêxistinkirî mezin bikin, li ser vî esasî dijmin bi paş ve bibin. Rêbertiya me got, li Kurdistanê bêyî rêxistin pelek jî nalive, diyalektîka rêxistin-çalakiyê rast daniye û rêya serkeftinê nîşan daye. Di dîroka me de jî ev bi awayekî vekirî hatiye îspatkirin.
Li ser vî esasî em bang li tevahî gelê xwe dikin ku bi boneya 18. salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dakevin qadan, bi her cure çalakî û aktîvîteyan vê rojê lenet bikin, li dor Rêber Apo kîlît bibin. Dîsa em tevahî gelê xwe dawet dikin ku roja 9’ê Cotmehê li Kurdistanê derabe û qontaxan bigrin, jiyanê rawestînin, yekbûn û yekparêbûna bi Rêber Apo re qîr bikin. Roj, roja şopandina Mehmet Tûnçan, Pakîze Nayiran e, li ser esasê girêdana şehîdan meşa azadiya Rêbertiyê ye.