Ji bo azadiya Ocalan li Koleja SOAS’ê panel

Li Koleja SOAS a li paytext Londonê, panelek têkîldarî azadiya Ocalan û komploya navneteweyî hate lidarxistin.

Li Paytexta Îngilistan a Londonê ji hêla YXK’ê ve panela “Ji Ocalan Re Azadî” hate lidarxistin. Di panelê de ku li Koleya SOAS a girêdayî Zanîngeha Londonê hate lidarxistin, li ser Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rawestandin.

YXK’ê ji bo panelê ji sendîkaya Unite Steve Sweeney, edîtorê  Kurdishquestion.com Memed Aksoy, Profesora Royal Holloway University of London Mary Davîs û Aktîvîstê Fight Racism Fight Imperialism û rojnamevan Trevor Rayne dawet kir.

Di panelê de ku piraniya wê tijî bibû, her wiha li ser tevna civakî jî weşana zindî hate kirin. Dema panelê hejmara temaşekeran gihişt hezar û 700 kesî.

Di dawiya panelê de pirtûkên Ocalan hatin pêşkêşkirin, her wiha ji bo çalakiyên 9’ê Cotmehê yên wê di pêşengtiya Ciwanên Azad Londonê bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.

BRÎTANYA JI BO ÇALAKIYÊ XWE AMADE DIKE

Ciwanên Brîtanyayê ji bo çalakiya şermezarkirinê ya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê amadekariyan dike.

Endamên Ciwanên Azad ji bo tevlîbûnek xurt a çalakiyê, afîşên çalakiyê li kolanên Londonê daliqandin. Her wiha, ciwanan pankartên ku daxwaza azadiya Ocalan dike jî amade kirin.

Ciwanên Azad a Londonê ji bo çalakiya ku wê 9’ê Cotmehê saet 14.00’an li Qada  Trafalgar Square dest pê bike, tevahî gelê welatparêz, demokrat, çepgir û enternasyonalîst dawet kir.