HPG: 25 leşker hatin kuştin, helîkopterkî Skorsky jî hate derbkirin

Di çalakiyên HPG/YJA-Star ku li dar xistin de li gorî ku hate zelalkirin 25 leşker hatin kuştin, helîkopterekî Skorsky jî hate derbkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 6’ê Cotmehê di saet 10:15’an de gerîlayan li dijî qereqola Dilezê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyekî ya hewana li dar xistin. HPG’ê wiha got: “Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî hatin birîndarkirin. Piştî çalakiyê qereqola Dilezê derdora xwe bi çekên giran gule reşandin û welatiyek ji gundê Dilezê birîndar bû. Her wiha artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi alîkariya helîkopterên Kobra bi helîkopterên Skosky ji herêmê rakirin.”

Li Girê Şehîd Colemerg derbeke giran li Artêşa TC’ê hate xistin

LI ÇELÊ 21 LEŞKER HATIN KUŞTIN

HPG’ê têkildarî çalakiyên li Çelê hatin lidarxisin ev agahî parve kirin: “6’ê Cotmehê saet 10.15’an hêzên me bi hawanan êrîşeke birine ser qereqola Dilezê ya Gever a Colemergê. Di çalakiyê de 2 çeper hatine rûxandin, 4 leşker hatine kuştin û 3 jê birîndar bûne. Piştî çalakiyê qereqola Dilezê qada derdorê bi ketober daye ber guleyên çekên giran û li gundê Dilezê yek birîndar bû. Herwiha artêşa TC’ê mirî û birîndarên xwe bi helîkoptêra bi tîpa Kobra û Skorskyê rakirine.

Van 3 rojên dawiyê li Girê Şehîd Colemerg ê Çelê ya Colemergê di navbera artêşa TC’ê û hêzên me de şerekî giran heye. 6’ê Cotmehê saet di navbera 09.00-10.00’an hêzê me êrîş biriye ser leşkerên artêşa Tirk li derdora Girê Şehîd Colemerg û hêzên me bi serkefî li çeperekî xistine û 6 leşker kuştine. Li vir gerîlayekî me bi lehengî şerê xwe kiriye û şehîd bûye. Hêzên me dîsa piştî nîvro bi çekên ferdî êrîş biriye ser leşkerên li heman girî û 3 leşker kuştine. Herwiha derbeke serketî li helîkoptêra Skorskyê hatiye xistin ku dixwest leşkeran daxîne û bêyî bikaribe leşkeran daxîne neçar maye ku paş ve vegere.

7’ê Cotmehê saet 00.00’an artêşa TC’ê bi balafirên şer, obus û hawan û tangan li girê Havanê xistiye. Li ser vê hêzên me bi ser Girê Şehîd Colemerg de êrîşek pêk aniye. Li vir hêzên me bi ser 7 cenazeyan de çûye. Berê sibehê hêzên me dîsa bi ser gir de çûne û li vir 4 leşkerên din jî kuştine. Şerê di navbera me û artêşa Tirk de hê jî berdewam e, artêşa TC’ê bi balafir, obês, hawan û tangan li qadên Dola Mêrganiş, Kala Mêrganiş, Kala Petrotê û li girê Havanê dixe.

Di çalakiyan de bi temamî 20 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

7’ê Cotmehê hêzên me saet 09.20’an êrîş biriye bi ser qereqola Êrîş a girêdayî Çelêyê, di vê êrîşa siûqastî de leşkerek hatiye kuştin.

6’ê Cotmehê saet 12.00-14.00’an dema qereqola Êrîşê bi obês û hawanan qada Ertûşê bombe dikir hêzên me li leşkeran xistiye. Piştî çalakiya hêzên me bombekirina rawestiyaye.

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:

5’ê Cotmehê saet 19.00’an yekîneyeke me ya gerîla bi ser stesyoneke bazê de ya li bajaroka Balyan a girêdayî Semsûrê, çalakiyeke sabotajê pêk aniye û stesyona bazê hatiye îmhakirin. Hewiha 4’ê Cotmehê operasyona TC’ê ku li qada Kawî ya Semsûrê destpêkirî 5’ê Cotmehê bêyî ku encamê bistîne vekişiyaye.

6’ê Cotmehê artêşa TC’ê li qadên Aşkîta, Karxpula, Înganî ya Başkale ya Wanê operasyon da destpêkirin.

1’ê Cotmehê artêşa TC’ê li navbera Hênê û Dîcle ya Amedê operasyon da destpêkirin, ev operasyona bêencam, 5’ê Cotmehê bi dawî bûye.

7’ê Cotmehê saet 02.00’an bi ser kozikekê de ku li ser rêya Şirnex-Cizîrê rê kontrol dikir çalekiye hatiye lidarxistin û kozika leşkeran hatiye rûxandin.

QENDÎL Û METÎNA HATIN BOMBEKIRIN

6’ê Cotmehê saet 19.30-22.30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê li girên Hîva, Şehîd Munzur, Şehîd Serxwebûn û Savaş ên herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyaxistiye û saet 19.00-19.20’an gundê derdora Golka a li herêma Metîna xistiye. Piştî bombeyan rez û baxçeyên li derdora gund ziyan li wan bûye.

4 GERÎLAYAN GIHIŞTIN ŞEHADETÊ

Di navbera 25-30’ê Îlonê de li qada Parastina Medya hevrêyên me Azad, Cesûr, Rustem şehîd bûne û 29’ê Tebaxê jî li qada Kela Memê hevrêyê me Sîpan ku diçû ser peywira xwe 30’ê Tebaxê rastî hêzên dagirker hatiye, ketiye şerekî mecbûrî û li vir şehîd bûye.

NASNAMEYA GERÎLAYÊN KU JIYANA XWE JI DEST DANE

Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Azad Amanos

Nav û Paşnav: Abdulmutalîp Karataş

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayîk-Bav: Sariye - Teymûr

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016

***

Nasnav: Cesûr Rıha

Nav û Paşnav: Ercan Altûn

Cihê Jidayîkbûnê: Riha

Navê Dayîk-Bav: Melîha - Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016

***

Nasnav: Rustem Serhat

Nav û Paşnav: Selamî Bîlîcî

Cihê Jidayîkbûnê: Wan

Navê Dayîk-Bav: Cevahîr - Medenî

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medayayê 25 – 30 Îlona 2016"

...