Wekîlên Iraqî û Başûrî: Dewleta Tirk dixwaze Iraqê parçe bike
Wekîlên parlamentoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser dagirkirina dewleta Tirk a Mûsilê nerazîbûn nîşan dan, xwestin ku derhal dewleta Tirk ji Mûsilê derkeve.
Wekîlên parlamentoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê li ser dagirkirina dewleta Tirk a Mûsilê nerazîbûn nîşan dan, xwestin ku derhal dewleta Tirk ji Mûsilê derkeve.
Wekîlan ku gotin, “Rewşa heyî bi eşkere dagirkerî ye. Pêwîst e Iraq têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê, li dijî dewleta Tirk jî bimeşîne” û destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwaze Iraqê parçe bike û xeyalê xwe yê wîlayeta Mûsilê pêk bîne.
TIRKMEN Û DAÎŞ HINCETA VÎ KARÎ YE
Parlamenterê Koma YNK’ê yê Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilê diyar kir ku di rewşa heyî de dewleta Tirk bi awayekî eşkere dagirkeriyê li Iraqê dike, wiha dewam kir; “Iraq têkoşînek çawa li dijî DAÎŞ’ê dimeşîne, dixwaze ji axên xwe derbixe, pêwîst e heman têkoşînê li dijî dewleta Tirk jî bide.”
Dilêr bi bîr xist ku mabeyna dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de ti ferq nîne, wiha pê de çû; “Ji ber ku her du jî hêzên dagirker in. Jixwe ji ber parlamentoya Iraqê ev rewş dît, ji bo derxistina dewleta Tirk biryar girt. Lewre jî nayê qebûlkirin ku dewleta Tirk li Iraqê bimîne.”
Dilêr der bir ku ti derdê dewleta Tirk a rizgariya Mûsilê nîne, ji bo dagirkeriya mayinde ya li ser Mûsilê jî Tirkmenan dike hincet, got dewleta Tirk tenê ji bo berjewendiyên xwe Tirkmenan bi kar tîne.
ARMANC PARÇEKIRINA IRAQÊ YE
Parlamenterê Tevgera Goran ê Başûrê Kurdistanê Omer Hîdayet jî îfade kir ku dewleta Tirk ketiye pey xeyalê xwe yê wîlayeta Mûsilê û ji bo vê jî dixwaze Iraqê parçe bike, wiha dom kir; “Lewma jî ne mimkûn e ku mirov hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê wek niyetek pak binirxîne.”
Înayet bal kişand ser pîlanên dewleta Tirk a ji bo petrola Iraqê jî, wiha dirêjî da axaftina xwe; “Dewleta Tirk, bi rêxistinkirina Tirkmenên Iraqê ve dixwaze piştî tasfiyekirina DAÎŞ’ê mafekî bi dest bîne. Hedef dike ku bi hinceta Tirkmenan herêmên petrolê bi dest bixe.”
HEBÛNA DEWLETA TIRK A LI MÛSILÊ NE REWA YE
Parlamenterê Yekgirtû Îslamî yê herêmê Haci Karwan jî got mafê her dewletê heye ku bi terorîzmê re têbikoşe, diyar kir ku lê, wê ev bi binpêkirina serweriya dewletên din nabe.
Karwan bi bîr xist ku Iraq dewletek serbixwe ye, lewre jî divê dewleta Tirk destûrê ji Iraqê bixwaze û ev anîn ziman; “Di rewşa heyî de ti rewabûna dewleta Tirk li Iraqê nîne. Lê, hat wê astê ku, kî dibêje ez li dijî terorîzmê têdikoşim, axa dewletek din dagir dike.
Lê em dizanin ku polîtîkayên dewleta Tirk hem Sunî hem Îslamî hene, hem jî têkîldarî Mûsilê armanc û polîtîkayên wê yên dîrokî hene. Mûsilê ya xwe dibîne û dixwaze dîsa tevlî axa xwe bike.”