KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Komploya 9'ê Cotmehê li Wanê hat şermezarkirin
Di salvegera 18. a komploya navneteweyî de li Wanê daxuyaniyek hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. -
4 kesên bi destê polîsan hatin kuştin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Li Geverê 4 kesên ku bi guleyên wesaita zirxî hatibûn kuştin, bi girî, bi dirûşmên 'şehîd namirin' hatin veşartin. Wekîla HDP’ê Selma Irmak di merasîmê de axivî û got, "Ji hikûmeta AKP’ê ku berpirsê bûyerê ye, wê hesab were pirsîn." -
Li Şemzînanê çalakiya li dijî qereqolê: Herî kêm 9 leşker hatine kuştin
Li dijî qereqola Dûrak a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê 9 leşker hatine kuştin -
Yek ji polîsên Tirk ên li Geverê gule berdan gel, hat girtin
Di lêpirsîna li ser komkujiya Geverê de, ku ji ber gulereşandina polîsên dewleta Tirk 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, polîsek hat girtin. -
'Dilsoziya bi nirxên şoreşa Rojava re, bersiva li komployê ye'
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEVDEM'ê Omer Alûş, salên destpêkê yên hatina Ocalan a Rojavayê Kurdistanê û komploya navneteweyî nirxand. -
KCK'ê ji bo merasîma cenazeyên şehîdên Geverê banga tevlîbûnê kir
KCK'ê diyar kir, di komkujiya duh a Geverê de ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hêzên dewleta Tirk vîna têkoşînê ya gelê Kurd hedef girtine û ji bo merasîma cenazeyên şehîdan banga tevlîbûneke xurt kir. -
Li Kerkûkê piştgiriya ji bo medya azad
Rojnamevanên Kerkûkî Silêman û Salayî û Parlamenterê YNK'ê Asayîş êrîşên AKP'ê yên li dijî medyaya azad û mûxalîf şermezar kirin û xwestin, li dijî Tirkiyeyê helwest bê nîşandan. -
Qedexe û hilweşîna li Şirnexê dewam dike
Tevî ku di ser daxuyaniya "operasyona qediya" re 7 meh derbas bûne, hê jî tax û kolanên Şirnexê tên xerakirin. Hêzên dewleta Tirk yek bi yek xaniyên Kurdan xera dikin. -
Erzîncan: Komplo beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Armanca bingehîn a komploya navneteweyî, beralîkirina ruhê azadî û demokrasiyê ye, ku bi pêşengiya Rêberê me afirî. -
'Em ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê têbikoşin'
Gerîlayan di salvegera 18. de lenet li komploya navneteweyî anîn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê banga têkoşînê kirin. -
Şêniyên Kerkûkê komploya navneteweyî protesto kirin
Komploya 9'ê Cotmehê ku qonaxa destpêkê ya Komploya Navneteweyî ye, di salvegera 18. de li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
'Kaosa li Rojhilata Navîn dewama komployê ye'
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li eniya Şengalê dan xuyakirin, ku ya li Şengalê hat kirin dewama komployê û hewldana teslîmgirtina nasnameya azad û berxwedêr a Kurdên Êzidî ye. -
Helo Merîwan û Bawer Pîranşar hatin bîranîn
Ji bo ji 12 gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê ( YRK) ê Helo Merîwan û Bawer Pîranşar ê ku di encama koploya çete û pastarên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan malbatên şehîdan bibîr anîn. -
Atêşa Tirk hewl dide ku bikeve Başûrê Kurdisanê
Şerê ku bi êrîşa artêşa Tirk a ku duh danê êvarî biribû ser gundê Bêsattê yê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, dewam dike -
‘Divê bi lezgîn dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê û Başîqayê der bikeve’
5 partiyên ku li Parlementoya Başûrê Kurdistanê de cih digirin, bi daxuyaniyekê daxwaz kirin ku divê bi lezgîn dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Başîqa di rewşa dagirkerinê de derkeve. -
Li Şirnexê teqîn
Li navenda Şirnexê teqînek mezin pêk hat. -
YPS’ê li Farqînê kuştin Bîlekçîer girt ser xwe
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê , kuştin Orhan Bîlekçîer a li navçeya Farqîn a Amedê girte ser xwe. -
Di salvegera komployê de divê têkoşîna li dijî AKP’ê were geşkirin
Konseya Rêveber a KCK’ê bang kir ku di salvegera 18’ê ya Komloya Cotmehê de hemû hêzên demokrasiyê û Kurd li dijî desthilatdariya hegemonîk a AKP’ê têkoşînê geş bikin. -
HPG: Di şer de herî kêm 32 leşker hatin kuştin
Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku di şerê li Agirî, Wan û Colemrêgê de qewimî de herî kêm 32 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Yek ji kesên ku hate qetilkirin biraziyê Pervîn Bûldan Serhat Bûldan ê 16 sali ye
Li Geverê yek ji navê kesên ku polîsan qetilkirî Serhat Bûldan ê 16 salî ku xwendekarê refa 2. a Amadeyiye, derket holê ku biraziyê Parlementera HDP’ê ya Stembolê Pervîn Bûldan e. -
Li Kerkûkê nûçegihan êrîşên AKP’ê yên bi ser çapemeniyê de şermezar kirin
Li Kerkûkê nûçegihan AKP ya ku rojname, radyo û televîzyon girtin şermezar kirin û diyar kirin ev ‘dîktatorî’’ ye. Nûçegihanan daxwaza hevgiriyê kirin û xwestin ku li ser hikûmeta Tirk zext were kirin. -
Şervanê YPG’ê Heme hate veşartin
Şervanê YPG’ê Beşar Mele Hemed (Memo Eziziye) ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin. -
Guven: Polîsan li Geverê gel dan ber guleyan, 4 kes qetil kirin
Li sûka Geverê polîsên Tirk gule li esnafan reşandin û 4 kes qetil kirin. -
Heyeta Îtalyayê çû serdana Qendîlê
Heyeta Îtalyayê çû herema Qendîlê ya li Qadên Parastina Medyayê û hevdîtin kirin. -
li Geverê Dengê çekan bilind bû: Kuştî û birîndar hene
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dengê çekan bilind bû. Hat diyarkirin ku birîndar û kuştî jî hene.