BI DÎMEN

Helo Merîwan û Bawer Pîranşar hatin bîranîn

Ji bo ji 12 gerîlayên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê ( YRK) ê Helo Merîwan û Bawer Pîranşar ê ku di encama koploya çete û pastarên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dan malbatên şehîdan bibîr anîn.

Di bîranînê de dayîka Helo Merîwanî axivî û wiha got: “Em êşê nakişînin, em ne dişînê de ne. Em bi wan serbilindin.”

Ji beriya 3 rojan 12 gerîlayên YRK’ê ku di şerê li navçeya Selasî Bawercanî ya Eyaleta Kirmanşah a dema ku diçûn ser peywira xwe bi komployekî ji aliyê çeteyên Selasî Bawercanî û Pastarên girêdayî rejîma Îranê jiyana xwe ji dest dan, li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn. Helo Merîwan û Bawer Perîşan ê ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dabû bîranînek hate lidarxisin.

EM NE BI ÊŞIN, EM NE DI NAVA ŞÎNÊ DE NE

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranîna ku malbatên şehîdan û welatparêz beşdar bûn de dayîka Helo Merîwan a ku xîtabî beşdarvanan kir anî ziman ku ew ne di nava şînê de ne.

Dayîka Helo Merîwan wiha got: “Şehîd Helo şehîdê Kurdistanê ye. Serê gelê Kurd û hevalên wî sax be. Em êşê nakişînin, ne di nava şînê de ne. Serê me bi wan bilinde.”

Piştî daxuyanî ji aliyê YRK’ê ve hate dayîn û şûn de li bajarê Pîranşar jî bîranîn hate lidarxisin. Malbatên şehîdan û welatparêz tevî hemû zext û êrîşên rejîma Îranê jî, ji bo Bawer Pîranşar ê bi navê Şîwan Salihî bîranînek hate lidarxistin.