'Kaosa li Rojhilata Navîn dewama komployê ye'
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li eniya Şengalê dan xuyakirin, ku ya li Şengalê hat kirin dewama komployê û hewldana teslîmgirtina nasnameya azad û berxwedêr a Kurdên Êzidî ye.
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li eniya Şengalê dan xuyakirin, ku ya li Şengalê hat kirin dewama komployê û hewldana teslîmgirtina nasnameya azad û berxwedêr a Kurdên Êzidî ye.
Gerîlayên HPG/YJA Starê yên li eniya Şengalê dan xuyakirin, ku ya li Şengalê hat kirin dewama komployê û hewldana teslîmgirtina nasnameya azad û berxwedêr a Kurdên Êzidî ye.
'YA BI SER KET BERXWEDAN Û FELSEFEYA RÊBER APO YE'
Gerîlayê HPG'ê Êrîş Hewreman diyar kir, li dijî qirkirina li Şengalê hat kirin, bi pêşdîtin û bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wan dest li rewşê werdan e û destnîşan kir, ku ew ê nehêlin komplo li ti parçeyekî Kurdistanê bi ser bikeve.
Hewreman anî ziman, ku bi komployê re hat xwestin vîna gelê Kurd teslîm were girtin û got, "Li ser vê bingehê Rêbertî ji Sûriyeyê hat derxisitn û piştî demeke kurt dîl hat girtin. Lê belê ew negihaştin armanca xwe. Ya ku qewimî, ne hêvî û bendewariya wan bû. Rêber Apo û PKK li dijî xwe û berjewendiyên xwe weke gefeke mezin dîtin. Lewma xwestin wan ji holê rakin. Lê belê, li pêşberî berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, li pêşberî hêza raman û felsefeya wî, hêzên navneteweyî û nokerên herêmî têk çûn, têk diçin. Berxwedana zîndanê ya Rêber Apo û felsefeya Rêbertiyê ku bi manîfestoya şaristaniya demokratîk afirî, ji aliyê her kesî ve hat dîtin. Li ser vê bingehê berxwedana Rêber Apo, sekna birûmet a gelê me, bi taybetî têkoşîna lehengî ya hevrêyên me ku bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêbertî civiyan û bûn xelekek ji agir, komplo pûç kirin.
Çawa ku me bersiv dan fermana dawî ya li Şengalê û me civaka xwe ya Êzidî di nava lepên xayinan de nehişt, li ku derê komkujî û xeteriya komployê li ser bindestan hebe, wê gerîlayên Kurdistanê li wir bin."
'HETA AZADIYA RÊBE APO, EM Ê BÊRAWESTAN ŞER BIKIN'
Gerîlaya YJA Starê Evîndar Cûdî Cîzre jî got, "Heta ku komplokeran ji Kurdistanê biqewirînin û Rêber Apo azad bikin, wê têkoşîna me bidome" û ev nirxandin kir: "Beriya her tiştî ez hevrêyên me yên di berxwedana li dijî komployê de tevlî karwanê nemiran bûn bibîr tînim. Hêzên hegemon, bi komploya li dijî Rêber Apo re, li ser bingeha berjewendiyên xwe yên qirêj hewl dan Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Di vê oxirê de xwestin astengiya herî mezin a li pêşiya xwe rakin. Xwestin têkoşîna Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê mezin dibe, tesfiye bikin. Dema ev bi ser nexistin, hewl dan vê yekê bi destê çeteyên DAIŞ'ê yên barbar ên tecawizkar bikin. Bêguman di vê plana xwe de jî li pêşberî Rêber Apo û têkoşîna me ya azadiyê, têk diçin."
'BEDENÊN ŞEWITÎN, TARÎTIYA KOMPLOKERAN JI HOLÊ RAKIRIN'
Gerîlaya YJA Starê Rosîda Andok jî got, "Kurd bi Rêber Apo re ji xewa giran rabûn. Rêber Apo nîşan da ku dikare cîhanê li ser bingeha rast şîrove bike. Vê rewşê tirs berda nava dilê serdestan, noker û xayîn jî teşhîr kir. Ji ber ku zemîna serdestî û xiyanetê ji holê radibû. Komploya navneteweyî weke yekane rêya pêşîgirtina li vê rewşê dîtin. Di vê dema ku komplo û xiyanet di asta herî bilind de hat kirin, Kurdan jî di asta herî bilind de li ber xwe dan û lehengên mezin afirand. Tarîtiya komployê ji holê hat rakirin.
'EM Ê BI AZADÎ Û XWESERIYA ŞENGALÊ RE BERSIVÊ BIDIN XIYANETÊ'
Ji bo gerîla bikeve nava Şengalê û pêşî li qirkirina Êzidiyan bigirin, Rêbertî gelekî li ber xwe da. PDK reviya û gel radestî çeteyên tecawizkar kir. Li pêşberî vê rewşê gerîla ket nava Şengalê û pêşî li fermanê girt. Gel û Şengal rizgar kir. Gelê me yê ewçend ferman li ser rabû, îro ji bo xwe û azadiya welatê xwe şer dike. Ji bo bicihanîna xeyala Rêber Apo, ji bo pêkanîna jiyaneke azad û xweser a Şengalê pêwîstî bi çi hebe, em ê wê bikin."
'EM Ê NEHÊLIN PLANÊN KOMPLOKERAN LI ŞENGALÊ PÊK WERIN'
Gerîlayê HPG'ê Çiya Rojhat da xuyakirin, ku ev du sal in ew di nava berxwedana Şengalê de ye û û anî ziman, ji ber ku teslîmiyet qebûl nekiriye li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo hatiye kirin.
Rojhat got, "Ji ber ku felsefeya Rêber Apo xwe dispêre mirovê azad û civaka azad, ev yek ji aliyê zîhniyeta dewletparêz ve nehat qebûlkirin. Li pêşberî vê yekê ne hewldanên komplokeran, ne jî berxwedana Apoyî qediyan. Ya ku îro li Rojhilata Navîn diqewime, ya li Şengalê tê kirin, nîşan didin ku heman nêzîkatiyên komploker li ser kar in. Hêzên di komploya 9'ê Cotmehê de cih girtin, îro jî li ser kar in. Hesabên qirêj ên navneteweyî, planên dewleta TC ên dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê û nokeriya PDK'ê mîna duh îro jî dewam in. PDK hewl dide berjewendiyên neteweyî û gelê me, pêşkêşî dagirkeran û çeteyan bike. Li se vê bingehê zarok û dayikên me yên Şengalî radestî çeteyan kir û reviya. Ev gelê ku teslîm kir û mehkûmî xizaniyê kir, niha jî hewl dide wan bi pereyan bikire. Lê belê çawa ku me nehiştin planên wan pêk were, em ê îro jî pêşî li van planan bigirin." Rojhat destnîşan ku ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li dijî çeteyan û xiyanetê li ber xwe bidin û Şengaleke xweser ava bikin. Di dawiya axaftina xwe de Rojhat banga tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê kir.