Li Şemzînanê çalakiya li dijî qereqolê: Herî kêm 9 leşker hatine kuştin
Li dijî qereqola Dûrak a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê 9 leşker hatine kuştin
Li dijî qereqola Dûrak a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Li gorî agahiyên destpêkê 9 leşker hatine kuştin
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li dijî qereqola Dûrak a li ser rêya Şemzînan-Geverê, bi wesayîteke bombebarkirî çalakiyek hat lidarxistin. Piştî bûyerê, gelek ambûlansan berê xwe dan cihê çalakiyê. Tê gotin, gelek leşker hatine ukştin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin, ku cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin, di teqînê de 9 leşker hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.